07 februari 2018

Yê bûbe hevalê dewletê êdî ne "hevalê" me ye



Lawê Orhan Mîroglu di temenekî xort da wefat kiriye. Rahma Xwedê lê be. Wendakirina ewladekî  di temenekî  pir xort da zor e.

Dê û bavê yê mirî merivên çiqas pîs bin jî, dijminê meriv bin jî meriv bi mirina xortekî kêfxwş nabe, dilê xweş nake.
Tiştekî wiha bêexlaqî ye.

Lê belê meriv ji malbata xerab û hevalê neyar mesajên sersaxiyê jî  belav nake û şîna wan jî nake.
Tştekî wiha jî bêîstîqrarî ye.

Orhan Mîroglu berê merivekî çep û welatparêz bû. Lema jî navê lawê jî ”Zerdeşt” bûye.

Lê Orhan Mîroglu dû ra refê xwe guhert û bû hevalê dewletê, bû hevalê kes û hêzên faşîst, qatil û neyarên kurdan.

Orhan Mîroglu hîn do êrîşa Tirkiyê ser Efrînê parast û got” ”operasyona Efrînê kane civata kurd azad bike.”

Yanî Orhan Mîroglu êdî merivekî hevalê dewletê û hêzên dagirker e, di cepheya dijmin da ye û nabe meriv bi çavê ”dost û hevalekî” li Orhan Mîroglu binêre.

Lê hin kurdên welatparêz hîn jî ji Orhan Mîroglu ra dibêjin ”heval” û jê ra sersaxîyê dixwazin.

Di medyaya sosyal da hin siyasetmedar û kurdên welatparêz bi minasebeta wefata lawê Orhan Mîroglu mesajên sersaxiyê belav kirine û bi navê ”havlê min”, xîtabî Orhan Mîroglu kirine.

Ez dibêjim Orhan Mîrogli gerek êdî ne ”hevalê” wan kesan be.

Wek min li jor jî got, meriv bi mirina lawê Orhan Mîroglu kêfxweş nabe, tiştekî wiha nemirovî û bêexlaqî ye.

Lê li alî din meriv ji bo Orhan Mîroglu mesajên sersaxiyê jî belav nake û Orhan Mîroglu nake ”hevalê” xwe jî. Orhan Mîroglu berê hevalê me bû, lê êdî ne hevalê me ye, êdî hevalê Erdogan, Bînalî Yildirim û Devlet Bahçelî ye.

Û yê hevalê Erdogan û Bînalî Yildirm be, yê dagirkirina Efrînê biparêze çawa kane di eynî wextê da hevalê mebe jî?

Orhan Mîroglu êdî ne azadiya miletê kurd, bindestiya kurdan, dagirkirina Efrînê, serketina dewletê û hêzên êrîşkar diparêze.

Merivekî wiha dibê hîn jî ne ”hevalê” siyasetmedarên kurd, welatparêzên kurd be.

Heger siyasetmedar û kurdên netewî, welatparêz hîn jî ji Orhan Mîroglu û yên wek wî ra dibêjin ”heval” bi baweriya min di vir da şaşiyek heye.

Ez dibêjim Orhan Mîroglu û yên wek wî, yên îro di refên dewletê da ne û her roij di TRTê û di telewîzyonên tirk da piştgiriya îşxala Efrînê û Kurdistana Rojava dikin, yên bi dil û can çepika ji vê êrîşkarîya Tirkiyê ra lê dixin êdî ne ”hevalên” me ne, ew zilam û hevalên neyar in. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE