19 februari 2018

Tirkiye him dixwaze kurdan ji Efrînê derxe û him jî qebûl nake leşkerên Sûriyê here wir



Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li dijî çûna leşkerên Sûriyê ya Efrînê derketiye û gotiye:

 ”Heger rejîma Sûriyê ji bo şerê YPGê bike kane were Efrînê, lê belê heger ji parastina wê were êdî tu kes nikane Tirkiyê, leşkerê me bisekinîne.”


Berdevkê hukûmetê Bekir Bozdag jî ji Çavuşoglu kêmtir nemaye, wî jî gef li Sûriyê xwariye û gotiye:

 ”Hatina leşkerên Sûriyê ji bo parastina YPGê ewê bibe sebebê felaketê…”

Hela hûn bala xwe bidin van zorbayên çavsor û zirzop. Li dinyayê tiştekî wiha nehatiye dîtin.

Tirkiye û çeteyên xwe yên îslamî li hemberî kurdan şer dikin. Û ji Sûriyê ra jî dibêjin gerek hûn jî wek me şerê kurdan bikin.

Em qebûl nakin hûn bi kurdan ra li hev bikin û mafekî bidin wan. Heger hûn bi kurdan û bi HSDê ra rûnin emê şerê we jî bikin.

Yanî zorbatiya li kurdan dikin ne bes e, dixwazin eynî zorbatiyê li Sûriyê jî bikin.

Tirkiyê tiştê li Îraqê kir li Sûriyê jî diceribîne. Tirkiyê li Îraqê got ez referandûmê qebûl nakim, ez qebûl nakim kurd serxwebûna xwe îlan bikin. Ez qebûl nakim Îraqê "perçe bibe". Ez qebûl nakim Kerkûk bibe bajarekî Kurdistanê.

Li Sûriyê jî eynî tiştî dikin. Yanî ne kurdên xwe tenê, nahêlin kurdên Îraqê û Sûriyê jî ji bin destiyê rizgar bibin.
Mêrika ji kurdan ra dibêjin gundên xwe, bajarên xwe biterikînin û ji welatê xwe derkevin û ji Sûriyê ra jî dibêjin em qebûl nakin leşkerên te herin bajarê.

Û cî û warekî jî rê kurdan nadin, nabêjin kurd ewê bi ku da herin, herin ezmanan ya jî têkevin binê erdê?

Çimkî Tirkiye dixwaze ”korîdora terorê” (!) yanî hemû Kurdistana Rojava telîmî Tirkiyê were kirin û Tirkiyê jî ereb û tirkan li wir bicî bike.

Ê baş e kurd ewê bi ku da herin?

Zorbatîyeke wiha ne hetiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin.
Van pînc û çeteyên Balkan û Kafkasan li ser serê me kurdn bûn Dumrulê dîn, heta ew jî derbas kirin.

Mêrikan eşkere Efrînê dixwazin, dixwazin Efrînê jî ji Sûriyê bigrin û bi ser Entabê û Hatayê ve berdin.
Ji bîr nekin Çavuûşoglu jî û Bozdag jî kurd in.


Êrîşa ser Efrnî pêşniyar û fikrê Muhsîn Kizilkaya ye

Tiştê Çavuşoglu û Bozdag dibêjin bi îhtîmaleke mezin pêşniyar û fikrê Muhsîn Kizilkaya ye. Çimkî Muhsîn Kizilkaya serokşêwirmendê (başdanişmanê)serokwezîr e.

Serokwezîr ji wî aqil digre, di êrîşeke wiha mezin da ne mimkûn e bi serokşêwirmendê xwe neşêwirîbe.

Yanî meriv kane bibêje êrîşa ser Efrînê û siyaseta Tirkiyê ya di vî warî da fikrê Muhsîn Kizilkaya ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE