22 januari 2018

Çima tu welat wek em dixwazin alîkariya me nake?


Sebebê çima kes alîkariya me nake, çima tu welat naxwaze em bibin xwedî dewlet pir bin jî li gorî fikrê min sebebên esasî dudu ne.

Ji sebeban yek, bêguman berjewendî ye yanî menfaet e.
Welat li gorî kar û berjewendiyên xwe hereket dikin, kara welatê wan, berjewendiyên îktîdra wan di çi da be li gorî wê gavan davêjin. Gunehê kesî bi kesî nayê. Bi dewletan ra ûjdan, merhamet, bext, exlaq tuneye.

Carnan hin îstîsna hebin jî bi gelemperî siyaseta dinyayê wiha ye.

Lê sebebê bêkesî û bêpiştîya me ne berjewendî tenê ye, bi dîtina min sebebekî din jî heye.
Ew jî tirsa ji tirkan û ji Tirkiyê û ye.

Her welat hevza xwe ji tirkan dike, heta ez kanim bibêjim Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û Rûsya jî di nav da, her welat, biçûpk mezin,  ji tirkan û Tirkiyê ditirse, kes newêre bela tirkan û Tirkiyê di xwe bigerîne.

Çimkî Tirkiye siyaseteke pir agresîv dimeşîne.
Çimkî mêrikan siyaseta dinyayê baş analîz kirine, dibêjin:
Heger tu agresîv û êrîşkar bî.

Heger tu hêzeke, welatekî bi bela bî û li hemberî êrîşan bêdeng nemînî her kesê hevza xwe ji te bike.

Heger li hemberî êrîşên ji der ve da yekîtiya te hebe, tu kanibî bi yekîtiyeke xurt û agresîv bersîvê bidî, kesê newêribe bela xwe di te bide.
Her kesê hevza xwe ji te bike.

Bi kurtî tirk dibêjin heger em ne agresîv bin em nikanin li herêmê bimînin, ewê me ji herê derxin. Çimkî ev erd ne yê me ye, me bi darê zorê ji xelkê girtiye û roja em qelsiyekê nîşan bidin û yekîtiya me tunebe, ewê me ji vir derxin. Lema jî gerek em tim xurt û êrîşkar bin.

Dema em êrîşkar û bi bela min, em çi bikin jî kesê newêribe dengê xwe bike, ewê ji me ra bimîne.

Dewleta tirk bi vî aqilî hereket dike û ev aqil û bawerî xistiye serê hemû tirkan jî. Li gorî tirkan hemû dinya dijminê wan e.
Ezê numûneyeke pir konkret bidim.
 
Amerîka, Rûsya, Îran û Yekîtiya Ewrûpayê zanin Tirkiyê şerê Sûriyê derxist û Tirkiye li pişt Daîşê, Nusrayê û bi dehan rêxistinên terorîst yên îslamî ye.

Kamyonên sîlehan yên Tirkiyê dişand ji Daîşê ra hatin girtin.
Di destê Amerîkayê û Rûsyayê da bi hezaran belge û wesîqeyên Tirkiyê sîleh daye Daîşê, Tirkiyê bi hezaran terorîst perwerde kirine, Tirkiyê ew fînase kirine heye.
Tirkiyê ambargoya li hemberî Îranê qul kiriye.

Tirkiyê bi kesên wek Zerrab ra gelek sextekarî û sûcên mezin kirine, perê reş spî kirîye.

Bankên Tirkiyê bi emrê Erdogan û wezîran sextekariyên pir mezin kirine.

Welhasilî kelam Tirkiyê di van 7 salên şerê Sûriyê da gelek sûcên li dijî însaniyetê, li dijî qanûn û peymanên navnetewî kirine.

Tirkiyê li Kurdistanê 12 bajarên kurdan wêran kirin û li dora 
4 hezar însan bi saxî di hundurên xaniyan da, di zêrzemîyan da qetil kirin û dû ra şewitandin. Û termên însan kuştin bi molozên xaniyan ra avêtin ser sergo. Di vî warî da bi sedan risim, belge û şahid hene.

Balafirên Tirkiyê bi zanetî 34 siwîl kuştin û yek kes jî mahkime nebû.
Tiliya MIT di gelek qetlên kurdan da heye.
Axir lîsteye sûc û cirmên Tirkiyê pir dirêj e.
Lê dîsa jî kes nikane, newêre tiştekî bi Tirkiyê bike.

Heger Îranê, ya jî Rûsyayê ev sûcanan hemû kiribûna, heger wan wek Tirkiyê desteg daba Daîşê û terorîstên îslamî, Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê  ewê îşê nemayî anîbûn serê Îranê û Rûsyayê, nuha Rûsya û Îran di binê ambargoyeke mezin da bûn. Serokên wan nikanîbû derketa derve. Belkî emrê girtina wan jî derxistibûn.

Lê ji ber ku Tirkiyê ev sûc hemû kirine kes newêre tiştekî pê bike, kes newêre bibêje tu li pişt Daîşê ye.

Kes newêre ji Erdogan ra bibêje hûn li pişt Daîşê ne.
Tirkiye nuha jî piştgiriya Daîşê dike, nuha jî wan li Tirkiyê şarge, perwerde û xwedî dike.

Du roj berê qefleyeke ji wan terorîstên îslamî şandin ser Efrînê û kurdan.

Tiştê bi Daîşê nikanîbûn bi destxin, îcar ew bi xwe diceribînin.
Yanî dixwazim bibêjim yên dixwazin alîkariya me bikin jî ji tirsa Tirkyê newêrin.
 
Dibêjin tirk bela ne, şerûd in, xurt in, em newêrin bela wan bînin ber deriyê xwe.

Bi milyonan tirk li Ewrûpayê û li dinyayê hene. Ji sedî 99ê wan irqçî, faşîst, panturkîst û di bin kontrola dewletê û MITê da ne. Tirkiye gava dixwaze vê kîtleya faşîst û agresîv derbasî hereketê dike û Ewrûpayê pê nerehet dike.

Ewrûpî û dinya hesabê vê kîtleya gurên boz jî dike.
A ji ber van sedeman tu dewlet zû bi zû û heta dawiyê newêre alîkariya me bike…

Tenê Amerîka kane heta dawiyê alîkariya me bike lê ew jî ji bo me wê fedekariyê nake…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE