31 december 2017

Panaroma min a sala 2017a

Wa ye saleka din jî ji emrê me çû û em hinekî din jî nêzî roja dawî bûn.
Sala 2017a ji bo me kurdan bû salek pir bi êş û malwêranî.
Di sala 2016a da ji bo sala 20170 em pir hêvî bûn, me digot sala 2017a ewê bibe sala serxwebûnê.
Lê belovacî wê, 2017 bû sala têkçûnê, sala îxanetê, sala xayinan Kurdistan belaş firotin ereban.
Li Swêd adet e, telewîzyon û rojname bi navê ” årskrönika” panaromeya salê çê dikin.
Min got ez jî panaromeyeke, bi gotineke din muhasebeyeke sala xwe çê kim.
Min îsal çi kir?
Ez hinekî fikirîm, min got ez ji ku dest pê bikim, ez qala çi bikim ûş qala çi nekim…
Wek ruhayî dibêjin min di qafî xwe da(di serê xwe da)bûyer li bêjingê xistin, hinek binbêjig bûn û hinek jî bii ser bêjingê ketin.
Min biryar da ne meh bi meh û rengekî sîstematîk, çend tiştên muhîm ên di bîra min da mane binivîsînim.

Çelê paşî. (1/17)
Yek, di destpêka salê, di meha çelê pêşî da(1/17) piştî 35 sal xebat ez teqawid(malnîşîn) bûm.
Heta roja dawî jî min bawer nedikir, lê piştî festa xatirxwestinê û girtina çend baqên gulan û diyariyan min fêm kir mesele çi ye û min darê û çûm malika xwe.
Tiştê teqwidiyê herî xweş her sibe meriv bi zîla saetê ra şiyar nabe û nakeve riyan.
Hemû roj ya te ye, azadî xweş e…

Piştî teqawîdiyê bi demekê dîsaban min kirin, ez çûm 4 mehên din jî (heta dawiya hezîranê)xebitîm. Ev qet di hesêb ta tunebû. Lê baş bû, heqê seyahetê deket.

Temûz
Dudu, piştî teqawîdiyê di dawiya meha temûzê da ez û xanim bi otobozê çûn gera Îtalyayê, Toscanayê.
Seyaheteke pir xweş bû. Em li Blogna, Florens, Sîena, Monteregîonî, San Gîmîganano, Roverto, Fulda û gelek derên din gerîyan û me gelek der û gundên xweş dîtin. Em çûn du gundan û me têra xwe şeraba Chîantî vexwar.

Îlon
Di 23ê îlonê da ji bo dîtina referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê ez û çend hevalên PAKê bi hev ra bi kêf û bi gelek xeyalên mezin çûn Kurdistana Başûr.
Ez 5 rojan li wir mam. Min serketina referandûmê dît û ez wê kêf û şahiya piştî referandûmê jiyam.
Referandûm gaveke tarîxî bû lê belê di şertên pir xerab da çê bû. Kurd ne li hev bûn û ne Amerîkayê û ne jî Yekîtiya Ewrûpayê piştgirî nedida referandûmê. Îran, Tirkiye û Îraq li dijî referandûmê bûn û gelek gef li kurdan dixwarin. Lê merivên partiyê hewake wer didan fena ew pir xurt in û ew ne bêpişt in.
Lê dû ra derket ne rast e.

Me di nava 5 rojan da tiştên pir xweş dîtin, em çûn Silmaniyê, me hevalên YNKê ziyaret kir. Mala kek Abulrezaq Feylî û hevalên din ava be camêran mazûbnîyeke baş kirin.
Em di 28ê mehê da vegeriyan. Îranê, Tirkiyê û Îraqê çûn û hatina balafiran rawestandin, derî girtin û ambargo danîn ser Kurdistanê. Em berî yasaxa balafiran bi çend saetan ji Hewlêrê firiyan Îswîçreyê.

Cotmeh.
Meha cotmehê bû meha îxanetê. Di 16ê cotmehê da çend xayinên di nava YNKê da Kerkûk teslîmî ereban kirin.
Bi ketina Kerkûkê ra pêşmerge ji Xaneqînê, Xurmato, Şengalê, Mexbmûr û gelek derên din jî bêyî guleyekê jî biteqînin paş da vekişiyan û nîvê Kurdistanê teslîmî Hizbî Şabî û leşkerên Îraqê kirin. Li hemberî vê teslîmîyeta mezin hemû kurd şok bûn.
Tu kesî bawer nedikir kurd ewê nîvê Kurdistanê hewqasî bi rehetî bidin Îraqê.
Mesûd Barzanî du heftan derneket pêş gel û negot çima Kurdistan neparastin. Dû ra dev ji kursiya xwe ya dibê ji zû da ne li ser bûya berda.
Piştî du hefteyan Mesûd Baranî û Nêçîrvan Barzanî gotin wan nexwestiye zêde xwîn were rijandin, lema jî pêşmerge bi xwe paş da vekişiya ye.
Yanî wan bi xwe Kurdistan teslîmî dijmin kir.
Heger di rojeke wiha da pêşmerge welatê xwe neparêze ma wê kînga biparêze?
Bi kurtî him YNKê û him jî PDKê û serokên kurdan xwe hetikandin.
Ya herî ecêb xayinên Kerkûk dan Îraqê hîn jî xwedî desthilat in, hîn jî di nav aYNKê da ne.
Heta ev taxim li ser hukim be rewş baş nabe, dibê hin kesên nuh derkevin pêş. Vana yek di himêza Îranê da û yek jî di himêza Tirkiyê da ye.
Nuha rewşa Kurdistana Başûr di her warî da pir xerab e, yekîtî tuneye, aborî pir xerab e û ambargoya Îraqê berdewam e.
Tiştê me ji referandûma 25ê îlonê hêvî dikir di dilê me da qurçimî û bêhîvîtiyeke mezin ket dewsa wê.
Hîn jî ne diyar e ewê çawa bibe. Heger ne piştgiriya Amerîkayê be Îraqê ji zû da êrîşî Hewlêrê jî kiribû û nuha kurd dîsa bi serê çiyan ketibûn.

Di 22ê cotmehê da xortekî xortekî bi navê Yûsif Hemed bû mîvanê min. Me rojeke xweş bi hev ra derbas kir.
Ez hêdî hêdî dibînim kêfa gelek xortan ji min ra û ji israra min ya kurdî ra tê. Diyar e ked û xebata min ya salan bi avê da neçûye. Dîtina vê yekê jî min gelkî kêfxweş dike.

Rewşa Kurdistana Bakur pir xerab e. Zulm û teroreke tu carî nehatiye dîtin li ser kurdan heye. Li seranserê Kurdistanê Rewşa Awarte heye. Destûrê nadin kes tu xebatê bike, hemû xebatên demokratîk û legal yasax kirine. Ji bo twîttekê ya jî du gotinên di facê da ya jî parvekirineke facê însanan digrin. Kî devê xwe vedke, di medyaya sosyal da du gotinan  dibêje, roja din digrin.
Yanî Kurdistana Bakur û Tirkiye ji bo her kesî bûye zindan, bûye cehnimeyeke rastîn. Dîsa revê û koçberiyê dest pê kiriye.
Ji cotmehê û vir da ye moralê min qet ne li cî ye, bîna min pir teng e.

Mijdar(11/17)
Xanim jî teqawit bû. Nuha em herdu jî teqawit in û sebra me bi hev tê. Berê ez tenê li mal bûm, tenê digeriyam. Nuha em bi hev ra digerin, baştir e.

Çelê pêşîn(12/17)
Di vê mehê da jî tiştekî nuh çê nebû. Ereb, tirk û farisan wek her tim zulm li kurdan kirin, kurd kuştin û min jî ji Stockholmê terora wan rexne kir.
Li Kurdistana Rojava rewş hîn ne zelal e, lê belê tişt xuya dike piştgiriya Amerîkayê ewê bidome. Amerîka du roj berê îxtarek da artêşa Sûriyê û got em qebûl nakin hûn êrîşî YPGê bikin. Ev tiştekî pir baş e, di eynî wextê da ji bo Tirkiyê jî mesajeke.

Tirkiye bela xwe ji kurdên rojava venake, her roj gefan li wan dixwin û Efrînê û hin bajarên din bi îşxalê tehdît dikin.

Ev çend roj in li Kurdistana Rojhilat(Îranê)jî protestoyên mezin hene. Kuştî û birîndar hene, lê protesto berdewam in. Mimkûn e mezin bibe. Lê bi dîtina min heya ji derve da midaxele nebe xistin vê rejîma îslamî ya faşîst zor e.

Facebookê do agahî da min, got di sala 2017a da 542 kes bûne hevalên te.
Li gorî par û salên din, bloga min îsal pir tê xwendin. Rojê di nabêna 300-400, carnan 500 kes zîyaret dikin. Ev yek ji bo min reqor e. Tu salê bloga min hewqasî nehat xwendin.

Bêyî xwendinê çend kesan jî tiştên pir baş li ser xebta min û bloga min nivîsî. Ji van kean yek jî bi navê Rênas Xendekî ye. Camêr nivîseke pir baş nivîsî ye. Ez li vir careke din spasî wî û her kesê qala min û bloga “hindik-rindik” kirine dikim.
Nuha tiştên hatin bîramin ev in.

Hêvî dikim sala 2018a xerabtir nebe, kurd li başûr li hev bikin û erdê hatiye dagirkirin paş da bigrin.

Rejîma Îslamî ya Îranê birûxe û kurd li wir jî bigihîjin azadiya xwe.
Li Rojava nabêna PYDê û Amerîka xera nebe û kurd bibin xwedî federeasyon.
Û li Kuristana Bakur jî ev rejîma îslamî ya zalim têk biçe û zalim û sûcdar werin girtin û dadgehkirin.
Dibê merivê bêhêvî nebe...
Bi bawerî û hêviya sala 2018a ji miletê kurd û ji hemû dost û hevalan û ji xwendevanên Hindik-Rindik ra bibe saleke baştir, sala serketin û azadiya kurdan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE