07 november 2017

Tu kes nikane YNKê ji perçebûnê xelas bike


Li gorî xebera Basnewsê pêşniyara xerakirina Polît Buroya YNKê ji alî ”koma îxanata 16ê cotmehê ve hatiye pêşkêşkirin” û ji bo kêmkirina hêz û desthilata Kosret Resûl Elî ye.
Gerek rêveberiya YNKê do biciviya, lê ji ber alozî û nakokiyan civîn do çênebû.
Bi qasî xuya dike YNK ewê perçe bibe, piştî vê xiyaneta mezin ne mimkûn e kesên kurdperwer û kesên hevkarên dijmin bi hev ra di nava yek partiyê da bimînin. Û ji xwe bihevramayina wan jî êdî ne rast e…
YNK êdî qediya ye ya kesên Kurdistanî û welatparêz ewê xayinên qewmê xwe û hevakrên Bexdayê tasfiye bikin ya jî ewê ji alî wan ve werin tasfiye kirin.
Lê êdî ne mimkûn e herdu alî(belkî jî çend alî bin)kanibin bi hev ra bimînin, zamq û çîmentoya hemû dinyayê jî bi kar bînin ev herdu hêz bi hev ve nazeliqe…
Ne bi qasî yên YNKê bin jî lê gelşên nava PDKê jî mezin in û pir ne dûr e di nava PDKê da jî eynî cudabûn çê bibe.
Wer xuya dike van partiyan ewê ji hev belav bibin û hin hêzên nuh ji nava wan derkevin.

XXX

Hûn zanin çîrokên Xoce Nesredîn, bi navê wî yê kurdî Melê Meşhûr pir in.
Dibêjin rojekê Xoce Nesredîn kerê xwe yê meşhûr bir mazatê û xwest bifroşe û ji derdê wî xelas bibe.
Cambazek li dora ker viz bû, vir da wê da lê mêze kir û ji Xoce ra got:
-Xoce, ma tu kêmasî û qusûreke kerê te heye?
Xoce devê xwe kir guhê ker û got:
-Mêro, de ka bibêje ez kîjan qusûra te bibêjim !
De ka hûn jî ji min ra bibêjin ez kîjan qusûr û şaşîyên serokên Kurdistana Başûr bibêjim û kîjanan nebêjim. Ne yek in ne dudu ne, bi jimarê dawî nayê…
Ya baştir ew herin li mala xwe rûnin û hinên ji wan hostetir xwe biceribînin.
Piştî vê malwêraniyê gerek her tişt wek berê nemîne, mîmarên vê karasate mezin wek tiştek nebûbe gerek li ser kursiyên xwe nemînin, dibê di hukûmetê da reorganîzeyeke cidî çê bibe,



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE