27 november 2017

PAKê di sê salên jiyana xwe da îmtihaneke baş da

Hevalên PAKa Swêd roja şemiyê li Stockholmê bi endam û dostên xwe ra 3 saliya avabûna PAKê pîroz kirin.
Wek dost û dilxwazê PAKê ez jî beşdarî şahiya PAKê bûm. Şeveke pir xweş bû. Gelek dost û heval hatibûn.
Berpirsiyarên PAKê yên Swêd Nîhat Akar û Nîmet Aydin li ser kongra PAKê û xebatên wê agahdarî dan mîvanan û qala zor zahmetiyên şertên weltên kirin.
Di şertên îro da li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur xebatên siyasî, xwedîderketina li kurdayetiyê gelkî zor û bi rîsk e. Însan bêsûc û bêsebeb her tim kanin werin girtin û zidankirin.
Endametiya PAKê, beşdariya civînekê kane bibe sebebê girtin û zindankirina însanan.
Lema jî hevalên di van şertên giran û bi rîsk da ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin fedekariyeke mezin dikin. Lema jî dibê meriv wan him teqdîr bike û him jî bi tenê nehêle, alîkariya ji meriv tê bi wan ra bike.
Ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo pêşdabirana micadelê her kes kane tiştekî bike.
Ev welat yê me hemûyan e, meriv endamê partiyekê be ya jî ne endam be ferq nake, dibê meriv li hemberî zulmê û bindestiya gelê xwe bêdeng nemîne û piştgiriyê bide partiyên siyasî.
Ez 3 saliya PAKê ji dol û can pîroz dikim û ji hemû endam û berpisiyarên wê ra serketinê dixwazim.
Ez pir kin bibêjim, PAKê di van 3 salên jiyana xwe da li gorî hêz û îmkanên xwe, bi felsefe, îdeolojî û siyaseta xwe ya netewî û kurd û Kurdistanî îmtihaneke baş da.
Meriv kane bi dilekî rehet bibêje di nava partiyên Kurdistana Bakur da PAK partiya herî bêtir yekîtiya kurdan dixwaze û ji bo wê jî dixebite. Û her wisa PAK bi fikir û siyaseta xwe, bi şîar û hedefên xwe partiya herî netewî ye jî...
Qewet bi yekîtiyê çê dibe, bi hev ra em xurttir in.
3 saliya PAKê pîroz be!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE