28 november 2017

Betlîsa 1838a û çavdêriyên keşeyekî emerîkî

Di 21ê çileya paşîn ya îsal da (21/1-17)  min nivîsek ji kovara BAR ra şand.
Min li dora mehekê pa bersîv nedan min.
Di 27ê sibatê da min ji BARê ra ev e-mail şand:
”Merheba gelî xortan!
Ma Bar ewê kînga derkeve. Mehek berê min nivîsek xwe ji we ra şandibû. Hûnê kînga çap bikin? Ji kerema xwe ra bersîvê bidin. Ev 5-6 car in ez ji we ra dinivîsim hûn bersîvê nadin. Wer xuya ye hûn hinekî ”tembel ” in…
Bi hêviya hn hinekî werin ser xwe…”
Di eynî rojê da BARê ev bersîv da min:
”Silav birêz, emê di demeke nêz de li te vegerin. Spas bo eleqeya we.”
Heta meha hezîranê min pa û çend caran jî pirsî, lê ne nivîsa min weşandin û ne jî kesî bersîva min da.
Li ser wê, min rabû nivîs ji Nûbiharê(ji Suleyman Çevîk)ra şand.
Suleyman Çevîk, di 5ê hezîranê da spasî min kir û got ”heger derfet hebe ewê biweşînin.”
Min heta 15ê tebaxê(axustosê)pa, Nûbihar derket lê nivîsa min nehatibû weşandin.

Di 15ê tebaxê da min careke din ji kekê Suleyman Çevîk ra mesajek şand, min got:
”Merheba kekê Silêman !
Nûbihar jimara 140î pîroz be, çavê we ronî be. We nivîsa min neweşandiye. Heger hûnê neweşînin ji kerema xwe ra ji min ra bibêje. Dibê ez bizanim hûnê biweşînin ya na. Bi silavên dostanî
Zinarê Xamo”
Suleyman Çevîk di 16ê tebaxê da ev bersîva jêr da min:
”Mamosteyê hêja merheba, tu gelek sax bî mala te ava be.
Du-sê not hene emê ji te re bibêjin, ew notana li ber çavan bêne derbaskirin baş dibe.
Piştî wê bi kêfxweşî emê bniweşînin. Emê di wextek musaîd de bi te re îrtîbatê deynin.
Gelek silav û hurmetên xwe dişînim.”

Di ser 16ê tebaxê ra  zêdeyî 3 mehan derbas bû, lê Nûbiharê hîn tu bersîv nedaye min.
Ji wê çaxê û vir da Nûbihar derketiye ya na ez nizanim. Lê axir heta nuha kes bi min r aneket têkliyê. Belkî jî ”wexteke musaîd” çê nebû.
Bêguman Nûbihar ne mecbûr e nivîsa min biweşîne, belkî jî ne li gorî konsepta wan ya weşanê ye. Ez viya fêm dikim. Lê meriv dibêje weleh em naweşînin, nivîseke ne li gorî kovara me ye. Meriv soza da nivîskar bi cî tîne.
Welhasilî kelam min biryara da ez nivîsa xwe di bloga xwe da diweşînim.

Not:
Çi tesaduf, min nuha dît Nûbihar jimara 141ê derketiye. Nivîsa xwe min do bi şev(28/11) belav kir û Nûbihar jî min nuh(29/11) dît.
Min li naveroka wê nêrî, nivîsa min nehatiye weşandin. 

XXX


Betlîsa 1838a û  mîvantiya mîsyonerekî emerîkî ya Şerîf Begê kurd

Baran Zeydanlioglu, ev demeke ji bîranîn û seyahetnameyên gerok û mîsyonerên ewrûpî  yên  li ser Betlîsê hin wergerên pir hêja dike.
Wergera wî ya dawî ji notên seyaheta mîsyonerekî emerîkî yê bi navê Horatio Southgate ya li ser Betlîsê ye.
Horatio Southgate, di notên xwe da li ser merivên rojhilatî tespîteke pir balkêş kiriye. Ev çavdêriya rahîb Horatio Southgate ya li ser mentalîteya  însanên rojhilat gelkî bala min kişand.
Di vê nivîsa xwe da ezê li ser wê tespîta, vê çavdêriya Horatio Southgate ya balkêş rawestim.
Lê berî wê ez dixwazim bi kurtî  hinekî qala nivîsê û çîroka gerra  vî rahîbê emerîkî û çûyina wî ya Betlîsê û tiştên li wir dîtine bikim.
Ji wergera Baran Zeydanlioglu em fêr dibin Rahib Horatio Southgate, di nabêna salên 1838-1839a da gava ji Betlîsê derbas bûye li ser Betlîsê û tiştên li wir dîtine hin not girtine û dû ra jî ev notên xwe yên rêwîtiyê li New Yorkê bi navê  ”Ermenîstan, Kurdistan, Welatê Farisan û Seyahata Mezopotamyayê”  wek kitêb weşandiye.

Baran Zeydanlioglu jî ji van notên rahîb Horatio Southgate qismê li ser Betlîsê û begê Betlîsê wergerandiye tirkî û di malpera ”bitlisname”da weşandiye.

Rahîb Horatio Southgate, nameyên Sultan Mahmûdê II (1785-1839) , ya konsulê Îngilistanê yê Erzeromê û ya paşayê osmanî yê Erzeromê di bêrîkê da diçe Betlîsê, ji bo ku Betlîsê bibîne, lê bigere û kurdan û kultura kurdî nas bike.
Ji ber ku nameya Sultan Mahmûd di pê ra ye, meriv fêm dike berê çûye  Stenbolê, name ji padîşê girtiye û ji wir jî çûye Betlîsê.

Konsulu Îngilistanê yê Erzeromê jî ji bo ku li Betlîsê bide tucarekî  ermenî, nameyek daye Horatio Southgate .
Netîce rahîb Horatio Southgate îşê xwe saxlem dike û dû ra jî bi rêberê xwe yê bi navê John ra diçe Betlîsê.
Bi rê da bi sedan kes bi dora rahîb Horatio Southgate û rêberê wî dikevin. Heta salên 1970ê jî  gava turîstekî ewrûpî dihat Kurdistanê zarok bi dorê diketin û digotin ”Helo, helo !”
Wê demê jî eynî tişt bûye.
Rahîb Horatio Southgate, ji milet navê tucarê ermenî yê ku konsulê Îngilstanê yê Erzeromê jê ra mektûb şandiye, dibpirse.   
Di vê nabênê da xwediyê mektûbê ji nava qelebalixê derdikeve û dibêje ez im... 
Lê ji tirsa milet naxwaze mektûbê bigre û mazûbantiyê ji rahîb ra bike.
Horatio Southgate matmayî dimîne.
Li ser vê, rahîb Horatio Southgate mektûbê paş da dixe bêrîka xwe û  dibêje wê demê ew dixwaze hukumdarê bajêr Begê Betlîsê bibîne.
Jê ra dibêjin Begê Betlîsê li xana hember di odeyekê da rûniştiye.
Ew û rêberê xwe diherin xanê û derdikevin huzûra Begê Betlîsê.

Kinc, girêdan, paqijî û kolozê Beg pir bala Horatio Southgate dikşîne. Wiha dibêje:
”Beg bi kincên kurdî yên bi hêlî û mêlî(pir xweş, bi şaşaa) li qoziyeke odeyê rûnistibû. Qiyafetê wî spî û kolozê serê wî rengorengo û pir xweş bû. Beg xoretkî paqij,  pir li ser xwe û xwediyê ruyekî pak bû. Beg, pêşwaziyeke pir germ li me kir û ji bo ku ez rûnim li kêleka xwe cî îşaretî min kir.”
Beg, dest pê dike pirsên klasîk, wek tu ji ku yî, ji kîjan welatî û ji kîjan bajarî yî, li vir çi digerî ji rahîb Horatio Southgate dike. 
Di vê nabênê da  xulamên Beg qahwe û qelûnê ji wan ra tînin.
Diyar e wê demê bi qahwê ra qelûn jî îkram dibû.
Beg ji bersîvên wî tatmîn nabe.
Horatio Southgate dibêje: 
“Beg, pirsên xwe hîn bi israr domandin, xwest armanca min a esasî ya hatina vir bizanibe. Min jê ra got, armanca gera min ya esasî, ez dixwazim der û welatên cihê, adetên cihê, kultur û însanên cichê û baweriyên cihê bibînim û nas bikim û tetkîk bikim… ”
Lê Begê Betlîslîsê ji rahîb Horatio Southgate bawer nake, nikane bawer bike ku ew ji welatekî hewqasî dûr, sirf ji bo gerrê, sirf ji bo dîtinê û meraqê hatibe Betlîsê. Ev yek qet nakeve serê Begê Betlîsê.
Rahîbê emerîkî dibêje:
”Min çi digot jî Beg ji gotinên min bawer nedikir, fêm nedikir. Ji ber ku merivê rojhilat tu carî  nikane bawer bike ku însan sirf(tenê)  ji bo fêrbûnê, sirf  ji bo kêfê û ji ber meraqê here diyarên din. Berê min ji tirkan jî bihîstibû ku îngilîz nîjada(qewmê) herî dîn e. Welhasil Beg ji bersîvên min bawer tetmîn nebû û careke din xwest bizanibe ez ji bo çi hatime Kurdistan xalî(tenha) û xerîb.”
Rahîb li ser vê dibêje:
”A lema ez hatime Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan xalî(tenha) ye û welatekî xerîb e, lema ez hatim bibînim. Lê dîsa jî bawer nekir. Şika wî hîn jî zêde bû. Tiştekî min bikira nemabû.”
Li ser vê rahîb Horatio Southgate ji rêberê xwe John ra dibêje:
” Nameya Sultan îmze kiriye nîşanî wî bide. Û jê ra bibêje ez bi destûra Sultan vê seyahetê dikim.”
Xulamê Beg, nameyê ji dest John digre û ji Beg ra dixwîne û dû ra bi gotinekê tenê dibêje:
 ”Mahmûd.”!
Ji dêlî ku Beg nameyê ji destê xulamê xwe bigre û ew jî bixwîne, nameyê nagre,  destê xwe li nameya Sultan dixe, dibêje wê da ke…
Meriv fêm dike ku kurd ji Sultan Mahmûdê II hez nakin û qîmetê jî nadinê. Ji ber ku wê demê kurd wek nuha hewqasî ne bindest in, li Kurdistanê nîv serbixe ne. Xwediyê welatê xwe û hukumdarên bajarên xwe ne. Di vê nivîsê da jî meriv viya dibîne.
Piştî ku begê kurd qîmetê nade nameya  Sultan ”Mahmûd, Horatio Southgate îcar fermana paşayê Erzeromê ji bêrîka xwe derdixe û wê dirêjî Begê Betlîsê dike.
Gava Beg navê Paşayê Erzeromê dibihîze hinekî nerm dibe û ji xulamê xwe ra dibêje nameyê bixwîne.
Rahîb dibêje:
 ” Piştî xendina nameyê, Beg rabû ji xelkê li ber derê xanê kom bûbû ra bi kurdî hin tişt got. Min fêm nekir çi got, lê ji mirûz û awirê wî, min fêm kir ku hêrs bûye. Piştî kurdî, bi tirkî jî got ev mîvanê me ye û dibê em mîvanperweriyeke mezin nîşanî wî bidin.”
Tucarê ermenî yê ku konsulê îngilîz yê Erzeromê name jê ra şandibû jî di nava gel da ye. Beg çavê xwe digerîne û di nava girseya gel da ji wî  tucarê ermenî ra dibêje:
”Ma tu yê kanibî vî begefendî bikî mîvanê xwe û cî hewce be bikî?”
Tucarê ermenî jî destê xwe dide ser dilê xwe û serê xwe li ber Beg xwar dike û  dibêje ”ser serê min…”
Û bi vî hawî rahîbê emerîkî Horatio Southgate dide dû tucarê ermenî û berê xwe dide mala wî…
Di destpêka nivîsê da min gotibû Horatio Southgate li ser merivên rojhilat tespîteke pir balkêş kiriye û ezê di dawiya nêvîsê da li ser wê rawestim.
Nuha ez dixwazim çend gotinan li ser vê tespîta rahibê emerîkî ya li ser me kurdan û li ser merivên rojhilatî kiriye bibêjim.
Tespîta Horatio Southgate ya li ser merivên rojhilatî ev bû:
”Merivê rojhilatî tu carî nikane bawer bike ku însan sirf(tenê) ji bo fêrbûnê, kêfê û meraqê bigere û here welatan.”
Yanî bi  merivên rojhilatî ra meraq tuneye, merivên meraqdar jî fêm nakin.
Ev sedîsed rast e û hîn jî wisa ye.
Lema jî beg Betlîsê nikane ji rahîbê emerîkî bawer bike ku ew ji bo dîtina welatan û kulturan digere û hatiye Betlîsê.
Ji ber ku meraqeke wiha ji bo wî û  însanên rojhilat ne karê aqilan e, dînîtî ye. Meriv ji bo gerê û dîtinê ji Emerîka nayê Betlîsê, ji bo ku meriv were ya dibê meriv dîn be ya jî nêteke meriv ya xerab hebe.
Lê ”meraq” tu carî nakeve serê mirovê rojhilatî…
Halbû her tişt bi meraqê dest pê dike. Gava meraq tunebe meriv naçe li weletan, li çiya û baniyan nagere û tiştên nuh nabîne û fêr nabe û kişif nake.
Ji ber ku hemû keşif, îcad û ilim bi meraqê dest pê dike.
Rojavayî merivên xwedî meraq in, lema jî Horatio Southgate lêxistiye ji parzemîneke din, ji welatekî pir dûr û him jî di sala 1838a da hatiye li Îranê, li dewleta Osmanî û li Kurdistanê û miheqeq li gelek welatên din jî geriya ye.
Rojavayiyan ne tenê ruyê erdê meraq kirine, wan binê erdê jî, derya û asîman jî meraq kirine û lema jî ne merivên rojhilat, rojavayîyan mohra xwe li hemû keşif û îcadan xistine.
Lema ne mirovên rojhilat, merivên rojava çûne ezmanan, hîvê, stêrkan û binê deryayê.
Ji ber ku meraqeke mezin bi rojavayiyan ra heye, lema jî ji mûriyê(gêrikê)bigre, heta bi fîl û hûtên bahran, bi dû hemû heywanên, hemû benderuh û nebatên cîhanê ketine û ew nas kirine û nav li hemûyan kirine.
Ji berê û ber da ye bi hezaran gerok, alim, dîroknas û mîsyonerên rojavayî çûne Afrîkayê, Asyayê û Kurdistanê û li ser van welat û civatan bi hezaran lêkolînên hêja kirine, li ser kultur, ziman, mîmarî û folklora gelek miletan gelek tiştên nemir nivîsîne û berhev kirine. Xerîte û risim çêkirine, risim kişandine.
Carê bifikirin, Maurizio Garzoniyê îtalî, di sedsala 18a da bi salan li Kurdistanê maye û zimanê kurdî tetkîk kiriye û ji bo ku ji mîsyoner û gerokan ra bibe alîkar di sala 1787a da “Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda” yanî ”Rêziman û ferhenga zimanê kurdî li Romayê çap kiriye.
Ne mimkûn e meriv nebe heyaranê merivên  wiha. Ji bo ku di salên 1780î da meriv here Kurdistanê û berhemeke wiha binivîse, meraqeke mezin û baweriyeke bêsînor lazim e.
Ev meraq bi merivên rojhilat û misilman ra tuneye, lema jî begê Betlîsê nikanîbûye bawer bike ku Horatio Southgate ji bo ku welatên nuh bibîne û tiştên nuh fêr bibe ji Emerîkayê hatiye Kurdistanê û Betlîsê.
Ji ber ku meraq bi merivên rojava û xirstiyan pir xurt e, lema jî digerin û tiştên nuh dibînin û keşif dikin.
Ev meraq bûye sebebê ku merivên rojavayî tim li bersîva çima em hene, çima dinya heye, çima her tişt wiha ye bigerin.
Lê yên me dibêjin her tişt Xwedê xuliqandiye û li mala xwe rûdinin û tiştekî jî fêr nabin.
Lema jî rojavayî û xiristiyan çûne asîmanan û em û ”alimên” me jî hîn minaqaşeya ”li gorî Îslamê dibê meriv bi kîjan destê xwe qûna xwe bişo” dikin.
Di nivîsê da li ser Betlîsa wê rojê, Betlîsa 180 sal berê gelek agahiyên hêja û balkêş hene.
Dema meriv Betlîsa 180 sal berê û ya nuha dide ber hev, meriv dibîne ku tirkan Betlîs wêran kirine, ji wê Betlîsa Horatio Southgate 180 sal berê dîtiye eser nemaye. Ne di warê mîmarî, civakî da  û ne jî di warê xweşikiya bajêr, kurdbûna bajrê da tiştek nemaye.
Betlîsa Horatio Southgate di sala 1838a da dîtiye û bi her hawî bûye heyranê wê, îro wêran e.
Mersele wê demê li Betlîsê îmaletxaneyên araqê(alkolê)hebûne. Ji bo hewcedariya bajêr rojê 68 lître araqî çêkirine. Tabî yên ermeniyan bûne. Lê dîsa jî pir balkêş e.
Malbateke ermenî Horatio Southgate vexwendiye şîvê, gelek kes hatine. Li gorî wî gotiye, berî şîvê araq îkram û şîranî kiram kirine û li Betlîsê ev adet bûye.
Li bajêr 32 aş û bi kêmanî hewqas jî pira hebûne.
Li nava Betlîsê dudu(2) ji bo tucaran, tam 7 xan hebûne.
Ji van xanan nuha çend heb mane ez nizanim.
Muzîsiyenên begê Betlîsê hebûne.  Ziyaefeteke muzîkê pêşkêşî wî kirine.
Dîsa li gorî Horatio Southgate nivîsîye, li Betlîsa wê rojê 32 mizgeft û 8 medrese hebûne.
Bi texmîna Horatio Southgate, gotiye wî ev yek  pirsiye, li Betlîsê 2000 malên musilmanan û 1000 malên ermeniyan hebûne.
Yanî nufûsa kurdan bi kêmanî du qatê ermeniyan bûye.

Rahibê emerîkî bi heyaniyeke mezin qala xwşikayî, bax û bexçeyên Betlîsê kiriye, gotiye ”piraniya malan bexçeyê xwe hene. Gava meriv ji hin aliyan va li van bexçeyan û bajêr dinêre, fena ku li ser çiyayên bilind manzarayeke cinetî xuya dike…”
 ”Li baxçeyên bajêr gelek şikil fêkî hebû. Sêv, hirmê, giryaz(gêlaz), tû, gelek babetên tirî, bîyok, mişmiş, şiftelî, hejîr, hinar, findiq, gûz û gelek fêkiyên min navên wan nebihîstiye…”
Li ser têkiliya kurdan û ermeniyan jî Horatio Southgate gotiye, ”Min li tu dereke din nedîtiye ermenî wek li Betlîsê bi îtîbar bin. Mustewa wan ya întellektuelî û hurmeta li vir nîşanî wan didin jî rastiyeke din e. 8 dêr (kilîseyên) û 4 keşeyên ermeniyên li vir hene.”
Ji van gotinên Horatio Southgate jî meriv fêr dibe ku kurdan neheqî li ermeniyan nekirine, belovacî wê qedir dane wan û hurmet nîşanî ermeniyan dane.
Li ser dîndarî û şerûdiya kurdan, li ser şerê wan xwe bi xwe jî hin çavdêriyên wî yên balkêş hene, gotiye:
”Ev kurdên koçer dema tên bajêr ji xwe ra dibêjin em musilman in. Lê belê gava vedigerin jiyana xwe ya normal, têkilya wan zêde bi dîn ra tuneye. Şer û teşxeleyên nabêna wan pir zêde ye. Di piraniya van şeran da jî xwîn dirje. Ji bo wan axaftin, li hevkirin tuneye. Ji ber ku ji hev ditirsin tim bi sîleh digerin…”

Li gorî berê him li Betlîsê û him jî li seranserê Kurdistanê kurd gelkî dîndartir bûne. Berê li herêma me Qerejdaxê jî kurd wek nuha ne dîndar bûn, li hemû gundên Qerejdaxa ser Wêrnşarê yek mizgeft jî tunebû. Lê nuha belkî li her gundî çêkirine û bi piranî jî ajanekî dewletê lê kirine mele.
Yanî li gorî 180-200 dal berê kurd pir dîndartir bûne. Meriv kane viya rehet bibeêje.

Lê şer û peçûnên kurdan yên xwe bi xwe, eynî wek Horatio Southgate qal kiriye, hîn berdewam e. Kurd hîn jî nizanin rindikî bi hev ra bipeyivin û li hev bikin.
Ev yek him di nava eşîran da hîn wiha ye û him jî qada siyasetê da.
Yanî 180 sal berê pêşiyên me çi bûn, em jî hîn ew in, me hîn xwe neguhertiye, em hîn medenî nebûne.
Horatio Southgate dibêje, begê Betlîsê xwe wek hukumdarê welatekî didît û wisa ji xwe bawer hereket dikir.
Wê demê navê Kurdistanê wek nuha ne yasax e, kurd, ermenî, biyanî, tirk herkes ji Kurdistanê ra dibêjin Kurdistan.
Ji xwe navê kitêba Horatio Southgate jî  ”Ermenîstan, Kurdistan, Welatê Farisan û Seyahata Mezopotamyayê” ye.
Sibehekê  gava rahîb kincên xwe li xwe dike, dibîne ku ji pişt perdê maliyên(jinên) malê li wî temaşe dikin. Dibêje, ”Min hemû cesaretê xwe top kir pirsî,  bê ew çi dikin?  Ji  min ra gotin, ”ma hûn li bende çi bûn ?, vira kurdistan e.”
Yanî wek nuha navê Betlîsê ne bajarekî Tirkiyê, bajarekî Kurdistnê ye, wira ne welatê Osmnî, Kurditan e.
Bes ji îktîdara Îttîhat û Terakkî şûn da, lê bi taybetî jî bi îktîdara kemalîstan ra tirkan Kurdistan gav bi gav kirin Tirkiye û kurd jî  asîmîle kirin. Êdî ne ewrûpî û ne jî kurd ji Kurdistanê ra nabêjin Kurdistan.
Lê berê her kesî digot ez ji Kurdistanê me, welatê min Kurdistan e ûmeriv vê yekê di vê seyahetnameya rahîb Horatio Southgate jî dibîne.
Rahîb dibêje pêşwazîkirin û şiklê mîvanperweriya beg nîşan dida ew pir ji xwe bawer bû û xwe gelkî azad his dikir. Fena ku ew ji alî hinekan ve nehatibe tayinkirin. Wek ku ew serokê civata xwe be. Eynî ruh û bawerî bi bi cemawerê Betlîsêra jî hebû.
Li gorî muşahadeyên rahîbê emerîkî, ne begê Betlîsê û ne jî gel ji Sultan û tirkan hez nedikir û kesî zêde guh nade Sultan.  Û ev yek li her dera Kurditanê jî wiha bûye.
Lê rewşa kurdan û Kurdistanê îro sedîsed eksê tiştên rahîb Horatio Southgate 180 sal berê dît û nivîsî ye…
Gava meriv nivîsên wiha dixwîne nuh meriv fêm dike ku tirkan em qedandine, nuh meriv fêm dike ku çi felaket hatiye serême…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE