24 oktober 2017

Gerek em tiştekî bikin


Halê me kurdan nuha dişibe halê vî camêrê li ser
darê.
Dibê em çi bikin?
Dijminên me wek gurên har dora kurdên başûr girtine û dikin wan bixwin.
Dibê em çi bikin?
Çarhawêlî me dewletên neyar in û yek ji yekî xerabtir û faşîsttir e.
Îranê, Îraqê û Tirkiyê rêyên çûn û hatinê, deriyên gumrikan û saha hewayê li ser gelê me girtine û dixwazin bi birçîbûnê îradeya gelê me bişkînin û teslîm bigrin.
Ev zulmeke nedîtî ye, faşîzim e, ji apartheidê jî xerabtir e.
Sûriye nuha nikane tiştekî bike, çimkî hemû sînor ne di destê dewletê da ne, hin der di bin destê YPGê da ye.
Belkî kurd kanibin ji wir bîna xwe bigrin.
Ew jî çiqasî mimkûn e ez nizanim.
Lê li hemberî vê hesarge û ambargoya Îraqê, Îranê û Tirkiyê gerek em kurdên herçar perçên Kurdistanê bi hev ra tiştekî bikin.
Dibê em rêyekê bibînin?
Nabe em birayên xwe yên başûr bi tenê bihêlin.
Gerek em tişekî bikin!
Lê çi?
Dibê em çi bikin?
Nuha ne wexta dîtina sûcdaran û rêzkirina şaşiyên serok û berpisiyaran e. Ev yek rewşa me baştir nake û tu feydeyê jî nagihîne me.
Belaovacî wê gava em bi canê hev kevin rewşa me kane xerabtir bibe. Lema jî îro roja hevakriyê û yekîtiyê ye.
Kêmasî û şaşiyên siaysetmedar, serok û berpirsiyarên kurdên başûr, bi taybetî jî şaşiyên PDKê û YNKê pir in. Sebebê vê rewşê ew in. Wan heta nuha dev ji îktîdara partiyan û şexsan bernedan û kurd nekirin xwedî dewlet.
Lê nuha ne wexta vê xirecirê ye, di rojên pêş da emê ji hev hesab bipirsin û sûc û şaşiyên kê çi ne ewê derkevin ortê û dibê her kes bedelê şaşiyên xwe bide.
Ev temam e.
Lê nuha ne roja em têkevin gewriya hev.
Dijminan dora me girtine û dixwazin me bixwin.
Dibê em kurdên her çar perçên Kurdistanê, hemû partiyên kurd ji bo birayên xwe yê başûr bi hev ra tiştekî bikin, bêdeng nemînin.
Lê ez nizanim çi û kîjan tevger ewê zû netîcê bide.
Bes dibê em tiştekî bikin, lê çi ?
Bira partî, erok, siyasetmedar, ronakbîr û elîtên kurd zû werin ba hev û rê û hedefê nîşanî gelê xwe bidin
Bira hin serok, siyasetmedar, întellektuel ya jî hin kurd li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, li ber Qesra Spî û li Rûsyayê li ber Dûma yê û Kremlînê têkevin gerewa birçîbûnê.
Heger ev têrê nake em hin tiştên din bikin.
Tevgereke çê bibe ez wek şexs hazir im tê da cî bigrim.
Yanî dibê em bêdeng nemînin.
Gerek em li hemberî van hovan tiştekî bikin û dinyayê bi halê xwe bihesînin...
Gerek em li her welatê Ewrûpa û bi taybetî li Amerîka û Rûsyayê 24 saetan di nava tevgerê da bin û bi şev û roj bikin gazî û hawar û bibêjin van her sê dewletên faşîst em xwar in, wek her miletî em jî azadiya xwe û serxwebûna xwe dixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE