22 september 2017

Tirkiye dibêje ewê nehêle kurd li Îraqê û li Sûriyê ji bindestiya xelas bibin

Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim gotiye ewê tu carî nehêlin kurd li Îraqê û li Sûriyê ji bindestiya ereban derkevin...
We fêm kir?
Mêrik hewqasî vekirî gotiye...
Serokwezîrê Tirkiyê Bîn Alî Yildirim wek rûtîna rojane îro dîsa gef li kurdan xwariye û careke din pir cidî gotiye ewê tu carî nehêlin kurd li Sûriyê û li Îraqê ji bindestiya ereban derkevin.
Di vî warî da Yildrim ji Barzanî ra wiha gotiye:
”Referandûma serxwebûna Kurdistanê mesela ewlekariya Tirkiyê ye û ewê tu carî qebûl nekin statuya Îraqê û Sûriyê were guhertin. Û ji bo vê jî çi hewce be ewê bikin.”
Ji xwe ji bo cidîbûna xwe nîşan bidin wa ye berî referandûmê tezkereya herbê hazir kirine, qey sibe di meclîsê da ewê bidin tesdîqkirin.


Li ser beşdariya Kerkûkê ya referandûmê jî Yildirim gotiye ”ev felaket e û ji xwe ji %70î nufûsa Kerkûkê tirkmen e.”
Ez bawer dikim zêde hewce nake meriv van gotinên Yildirim zêde şirove bike.
Mêrik pir vekirî û zelal dibêje, ewê nehêlin ne li Îraqê û ne jî li Sûriyê kurd ji bindestiya ereban xelas bibin û ji bo vê jî ewê her tiştî bikin.
”Her tişt”, maneya xwe ewê êrîşî kurdên başûr û rojava bikin.
Û ya din jî Kerkûk bajerekî tirkmena ye.
Heger li Kerkûkê nufûsa tirkmenan ji sedî %70 be, herî kêm ji sedî bîst jî ereb in, wê demê nufûsa kurdan pir pir ji sedî %10 e.Belkî hewqas jî tuneye.
Bi kurtî dijminên me çi dibêjin û nêta wan çi ye vekirî ye. Dibê kurd jî li gorî vê tedbîra xwe bigrin.
Îcar mesele kurdên AKPê, kurdên di hukûmeta AKPê da wezîr û kizîr û parlamenter in ew jî wiha difikrin ya na, ew piştgiriyê didin van gefên Tirkiyê ya na?
Kurdên piştgiriyê nadin van gotinên Bîn Alî Yildirim dibê tavilê ji AKPê îstîfa bikin.
Yê îstîfa neke maneya xwe ew jî wek Bîn Alî Yildirim difikire, ew jî qebûl nake kurd li Sûriyê û li Îraqê ji bindestiya ereban xelas bibin û bibin xwedî welat û dewlet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE