30 september 2017

Piştî 7 rojan careke din merheba

Piştî rêwîtiyeke(cihêbûneke) 7 rojan careke din merhebe ji we hemû nas, dost û hevalan ra.
Di vê gerra(seyaheta)xwe  ya Kuristana başûr da min gelek tiştên hewqasî baş û xweş dîtin, ez nizanim qala kîjanî bikim û qala kîjanî nekim.
Min wek şexs him serketina referandûmê dît û bûm şahidê vê roja tarîxî û him jî têra xwe geriyam.
Bêyî Hewlêrê em bi hevalan ra çûn Geliyê Elî Begê, Bêxalê, herêma Barzan, ser Gorra rahmetiyê Mele Mistefa Barzanî û dû ra jî em çûn  Kerkûkê, Silêmaniyê.
Helbet hemû ger û seyrana me jî bi xêra organîzeya hevalên PAKê bû. Mala wan ava be. Orhan û Halûk bi her hawî xwe di ber da westandin. Ez spasî wan dikim
Her wisa ez gelkî spasî dostê hêja Wahdet Hemîdo Das jî dikim. Wî jî camêr bi her hawî xwe di ber meda westan û em bi ereba xwe gerandin.
Spas ji bo her kesê di ber meda westiyan, ji me ra mazûbantî kirin û em grrandin.
Me di gera we ya Herêma Barzan, Kerkûkê, Silêmaniyê û derên din da gelek tiştê xweş dîtin.
Li ser Kerkûkê  û gerrên xwe yên din ezê dû ra hin çavdêriyên xwe binivîsim…
Me li Silêmaniyê hevalên YNKê ziyaret kir û çend saetên xweş bi hev ra borand.
Mala kek Abdul Rezaq Feylî, Şoreş Kadir Rahem û Samîr ava be. Camêran  mazûbaniyeke pir xweş ji me ra kirin.
Ez li vir li ser navê xwe û li ser navê   hevalên PAKê spasî kek Rezaq Feylî , Şoreş Kadir Rahem û Samîr dikim.
Ev cara duduya ye ez diçim Kurdistanê. Cara pêşî di sala 2011a da çûbûm.
Helbet Kurdistan wek Îtalyayê, Îswîçreyê û Fransayê ne xweş, modern û pêşketî ye.
Lê belê azadiya min li Kurdistana nemodern û paşdamayî dît û bextewarî û dilşadiya ez têr û mest kirim bergendî hemû bedewî û xweşikiyên xwzayê bû.
Ger û jiyana li welatê xwe, gerra di bin siya ala rangîn da, netirsiya ji leşker û polîsan, bi her kesî ra, bi her berpisiyarî ra, bi polîs û leşkeran ra, axaftina bi kurdî, hestê ev welatê min e, ev polîs û leşkerê dewleta min e, hestê ez nebindest im xweşiyeke, histekî bêtarîf e, meriv nikane bi gotinan bîne zimên.
Temiya min li kurdên hemû dinyayê, heger îmkana we heye, berî mirinê herin Kurdistanê bibînin û çend rojan wek însanên azad, wek merivên xwedî dewlet û al bijîn, wê tamê, wê lezetê hûn jî tahm bikin.
Wê demê hûnê bibînin azadî, xwedîdewletbûn  çiqasî xweş  û bindestî û bêdewletî jî çiwqasî ne xweş û jiyaneke rezîl e.
Li Kurdistanê gava tu derdikvî kuçe û kolanan tu bêtirs î.
Tu xwe azad his dikî.
Tu ji kurdbûna xwe, ji rozeta bi sînga xwe ve, ji axaftina xwe ya bi kurdî natirsî.
Tu bi polîs û leşkerên bi keleş ra bi kurdî dipeyive…
Gava polîs û leşker fêm dikin tu kurdî, tu ji welatekî dûr ji bo piştgiriya wan hatiye Kurdistanê tavilê hezkirineke di ruyê wî  da xwe dide der û retorîka wî diguhere,  ji te hez dike, carnan te himêz dike û dibêje ” tu ji wir û heta vir li ser û çavê min hatiye…”
Bi kurtî azadî, xwedîdewletbûn tiştekî pir xweş e, gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet.
Li Kurdistanê netîceya referandûmê, yektîya kurdan, baweriya bi xwe û bi serxwebûna xwe, ez gelkî kêfxweş û sermest kirim.
Lema jî min hîn qala referandûmê nekir.


Ez ji we ra pir kin bibêjim.
Referandûm ji texmîna min jî baştir û serketîtir derbas bû.
Miletê kurd nîşanî hemû dinyayê da ew serxwebûnê diwaze.
Û him jî bi rêjeyeke ji %94.
Biryara referandûmê pir rast û tarîxî bû.
Û ev biryara rast û tarîxî, bi serketineke tarîxî gihîşt hedefa xwe.
Bi serketin referandûma 25ê Îlonê hemû dostên me kêfxweş bûn û dijminên me  jî teqiyan û har bûn.
Lema jî hemû kurd bi netîceyên referndûmê  dilşa ne.
Ji nuha û pê da tiştê li pêş hukûmeta Kurdistanê û hêzên siyasî bicîanîna vê daxwaza miletê kurd e, yanî  îlankirina serxwebûna Kuristanê ye.
Hemû hêzên siyasî dibêjin êdî tiştê ew bi Bexdayê ra bikin destpêkirina hevdîtinên veqetandinê û îlankirina serxwebûnê ye…
Kurd qet ji gefên Tirkiyê û Îranê natirsin, di vî warî da kurd pir rehet in.
Ez bawer dikim di rojên pêş da emê rojên pir xweş bibînin…
Nabe di nivîsekê da ez qala her tiştê min dît bikim. Ji bo îro hewqas bes e. Ji xwe hîn rindikî hişê min nehatiye serê min. Bi xêr di rojên pêş da ezê peyderpey qala hin tiştan bikim.

2 kommentarer:

  1. Xalo, welleh dibe tu roje 3-4 nivisa binivisi. Sebra min bi xwe tuneye.

    SvaraRadera
  2. Spas xwarziyê hêja. Xwedê xwarziyên wek te ji xalan kêm neke...

    SvaraRadera

PARVE BIKE