15 september 2017

Hin kes ji koletiya xwe memnûn in

Kurdekî bi navê Savcî Sayan heye. Ji Agirîyê ye.
Di nava 40-50 milyon kurdî da pêşbirka, misabaqa şelefiyê(şalûz, dalkawûk)çê bibe, ez dibêjim Savcî Sayan ewê bibe yekem.
Yanî pir şelafekî, qalpazanekî profesyonel e, kurtêlxurekî bêemsal e.
A ev şelafê profesyonel di twîtta xwe da li dijî piştgiriya Îsraîl ya serxwebûna kurdan derketiye û gotiye:
”Ji dêlî ezê li dewleteke kurd ya serbixwe ya di bin siya Îsraîla pirtikên ji ber şûrê Selahedînê Eyûbî maye bijîm, ezê êsîriya li welatê Selahadînê Eyûbî tercîh bikim.”
”Pirtik mirtikên, hûrik mûrikên ji ber devê şûr maye”, tirk ji bo ermenî û elewîyên kurd dibêjin(kiliç artigi).
Yanî hûrik mûrikên ji ber devê şûrê tirkan maye. Yanî kesên ji qetlîaman xelas bûne…
Savcî Sayan jî vê teşbîhê ji bo yahûdiyan dike….
Wek şelefakî profesyonel, Sayan zane li Tirkiyê dijminatiya Îsraîl pere dike, lema jî şerê Selahedînê Eyûbî yê li hemberî Xaçparêzan wek li dijî yahûdiyan nîşan dide.
Lê merivê cahil nizane yahûdî jî bi qasî musilmanan hedefa Xaçparêzan bûn. Ya jî bi qestî vê sextekariyê dike.
Tu dibêjî belkî dewletên musilman alîkarî dane serxwebûna kurdan, kurdan red kiriye.
Kuro Tirkiye, Îraq, Îran dewletên musilman in, lê dikin kurdan bixwin, Tirkiyeya tu bûye şûrkêşê wê her roj kurdan bi îşxalê dehdît dike.
Tu him li dijî zulm û êrîşên Tirkiyê dernakevî û him jî êrîşê Îsraîla piştgiriyê dide gelê te. Heger bi te ra misqalek ûjdan û însaniyet hebûya te yê spasî Îsraîl bikira û bigota mala wa ava be.
Lê helbet ji bo merivê şelaf ya muhîm ne heq û rastî ye, şalûzîya, lêbokîya ji xwediyê xwe ra ye.
Merivê dirist û rastgo ji xwe nabe şelaf.
Heçî koletî û êsîrî ye, Savcî Sayan ji zû da qebûl kiriye, çimkî ew menfaeta xwe ya şexsî ji azadî û serxwebûna gelê xwe muhîmtir dibîne. Lema jî rojê ruhê xwe difroşe derekê, rojê dibe şelafê tirkekî…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE