09 september 2017

Bi rastî jî kotek ji cenetê derketiye...



Bi navê Xwedê pêşiyên tirkan rast gotine, ”kotek ji cenetê derketiye.”
Bala xwe bidinê ji ber ku ji Almanyayê natirsin Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê her roj gotinên nemayî ji Merkelê û ji almanan ra dikin, wan dikin nazîst, faşîst û gelek heqaretên din li wan dikin…
Erdogan her roj tiliya xwe ji Merkelê ra li ba dike , ji Sigmar Gabrîel ra û dibêje ”lawo tu kî yî!”
Lê li hemberî Amerîkayê û Donald Trump newêrin bibêjin kirt. Dozgerê amerîkî wezîrê wan jî di nav da emrê girtina 9 kesên wan daye, lê dîsa jî newêrin gotineke tahl û tirş ji Amerîkayê û ji Trump ra bikin.
Heger mahkimeyeke alman eynî tişt kiribûya nuha Erdogan û Bînalî Yildirim hezar gotinên nemayî ji Merkel û Almanyayê ra kiribûn.
Lê ji ber zanin di destê Trump da ço heye, Trump kane pê li serê wan ke, lema jî qet dengê xwe nakin, li hemberî Amerîkayê newêrin bêedebiyê bikin û fortan bikin xwe.
Erdogan ji dêlî ji Trump ra tiliya xwe li ba bike û bibêj e”lawo tu kî yî!”, telefonî wî dike, li ber digere, xwe davêje dexlê wî.
Yanî pêşiyên tirkan rast gotine, bi rastî jî kotek, darê zorê ji cenetê derketiye…




XXX
Emîna Erdogan xanim xwedêgiravî ji bo balê bikşîne ser drama gelê Mîanmîrê çûye Bengledaşê.
Emîne Erdogan ji ber pîreka Erdgogan e helbet ewê drama Şengalê, ya gelê Sûrê, Cizîrê û Şirnexê negihîne dinyayê, viya ez fêm dikim.
Lê ez dixwazim li vir tiştekî ji we ra bibêjim.
Bi texmîna min miheqeq tiliya Tirkiyê û hukûmeta AKPê di bûyera Mîanmîrê da heye.
Tirkiyê wek mesela Sûriyê, Daîşê, Îxwanan û tirkên ûygûr bi hawakî xwe xistiye nava gelşa Bûrmayê jî.
Belkî serokên gerîlayên îslamî yên mîanmîrî(Arakan) li Tirkiyê ne, Tirkiye li hemberî Bûrmayê alîkariya gerîlayên îslamî dike.
Heger mimkûn be dibê meriv bala xwe bide vî aliyê meselê jî.
Yanî Erdogan, bepirsiyarên AKPê û medyaya îslamî belasebeb hewqasî nakin gazî û hawar û Emîne Erdogan xanim sirf ji bo ew mîanmîrî misilman in naçe Bengledaşê.
Ez dibêjim Tirkiye di bin ra li hemberî Bûrmayê alîkariya gerîlayên mîanmîrî yên musilman dike û bi alîkarî û tahrîka Tirkiyê gerîlayên îslamîst êrîş birin ser leşker û polîsan û gelek kes kuştin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE