06 juli 2017

Tirkiyê çav berdaye Efrînî û hemû Kurdistana rojava

Ev çend roj in Tirkiye Efrînê topbaran dike. Di van topbaranan da gelek xelkê sivîl û zarok hatin kuştin û gelek gundan zirar dîtin.
Bêguman Tirkiye viya bi destûra Rûsyayê dike. Rûsya destûrê nede leşkerên tirk nikanin guleyekê jî berra kurdan bidin.
Tirkiye bi heraret dixwaze Efrînê îşxal bike. Ji bo ku dû ra hemû Kurdistana rojava jî bigre nava vê îşxala xwe.
Û ji bo vê jî ji Rûsyayê destûrê dixwaze.
Çimkî li Efrînê baregeheke leşkerî ya Rûsyayê heye.
Heta nuha meriv kane bibêje Rûsyayê Efrîn ji dagirkirina Tirkiyê diparast, nedihîşt tirkiye êrîş bike.
Lê nuha tê gotin Rûsyayê û Tirkiyê li ser dagirkirina Efrînê li hev kirine.
Yanî Rûsyayê bi kurdan ra dîsa bêbextî kiriye û destûr daye Tirkyê Efrînê dagir bike.
Ev xeber çiqasî rast in, çiqasî derew in ez tam nizanim.
Lê îhtîmala rastiyê ji ya nerastiyê zêdetir e.
Rûsya welatekî qeleş û bêbext e, ji bo berjewendiyên xwe kane her bêbextiyê bi kurdan ra bike.
Bi taybetî bi kurdan ra pir rehet kane bëbextitê bike.
Çimkî ji kurdannatirse û tiştekî wenda bike tuneye.
Lê bi qeleşiya bi kurdan ra kane çen hestiyan ji Tirkiyê bigrin.
Ma ne ev Rûsya bû Cerablûs û El Bab dan Tirkiyê û bi vî hawî têkiliya Efrînê û Kobanê birrî.
Nuha Efrîn dorpêçkirî ye. Dagirkirina Efrînê ji alî Tirkiyê kane were hesabê Şamê, Tehranê jî.
Yanî ew jî kanin destûrê bidin Tirkiyê.
Li hemberï vê, Tirkiye jî kane çeteyên xwe yên Daîşê û yên din paş da vekişîne.
Di vê rewşê da gelo Emerîka ewê çi bike?
Gelo ewê li dijî êrîşa Tirkiyê derkeve û kurdan biparêze?
Pirseke zor e.
Him kane bike, him jî kane neke.
Girêdayî Tirkiye ewê çi bertîlê bide Emerîkaýê.
Wa ye tê gotin Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di 10ê vê mehê da ewê here Tirkiyê û di rojeva wî da Efrîn jî heye.
Ji bo êrîşî ser kurdan û îşxala Efrînê Tirkiye dixwaze destûrê ji Emerîka û Rûsyayê bigre.
Tê gotin Rûsyayê destûr daye, maye Emerîka.
Heger di 10ê mehê da Emerîka jî were îqnakirin Tirkyiye ewê dest bi êrîşa xwe bike.
Ji xwe bi hezaran leşker û wasiteyên leşkerî û gelek tank û top ji nuh da li ser sînor bi cî kirine.
Yanî Tirkiyê ji bo êrîşê hemû haziriyên xwe yên eskerî temam kirine, tenê li bende destûra Emerîka û Rûsyayê ye.
Bi baweriya min çavê Tiriyê ne li Efrînê tenê ye, Tirkiye bi vê fersendê dixwaze hemû Kurdistana rojava dagir bike û bi ser Tirkiyê ve berde.
Yanî ji Efrînê bigre, heta bi Dêrika Hemko daigr bike.
Ev plan û hesabê Tirkiyê pir kev e û Erdogan dixwaze nuha vê planê têxe praktîkê.


Di rewşeke wiha da kurd, PYD kanin çi bikin?
Berî her tiştî hêvî dikim tiştê tê gotin ne rast be, yanî Rûsya û Tirkiyê li hev nekiribin û Emerîka jî bi kurdan ra bêbextiyê neke.
Lê heger hat û ev îdîa rast derket û Tirkiyê bi leşkerekî giran êrîşê ser Efrînê kir, dibê hemû kurd li Efrînê xwedî derkevin û Efrînê jî wek  Kobanê biparêzin.
bi dîtina min teslîmiyet û rev ne li kara kurda ye.
Hukûmeta AKPê û MHPê ya faşîst bela xwe ji kurdan venakin. Ev eşkere ye. Gere kem li gorî vê haziriyên xwe bikin…

Lînk yek
Lînk dud

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE