20 juli 2017

Ji nuha û pê da emê bibêjin sal bi sal xwezî bi par



Yekî mûşî gotiye gava ew dihere Mûşê û bi xelkê ra bi kurdî dipeyive gelek kes bi tirkî bersîvê didinê.
Ev yek ne li Mûşê tenê, li gelek bajarên Kurdistana bakur wiha bûye.
Kurmancî li Kurdistanê, di nava kurdan da êdî bûye zimanê turîstan û zimanê çend kurdçiyan…
Gava kurdek bi kurdî dipeyive gelek kes matmayî dimîne, li gorî wan dibê kurd bi hev ra bi tirkî bipeyin, ne bi kurdî.
Her cara ez çûme Kurdistanê û bi şufêrê texsiyê ya jî bi dikandarekî, ya jî li derekê bi yekî ...nenas ra bi kurmancî peyivîme, dîrekt ji min ra gotiye, ”mamoste, hecî” ya jî seyda tu li Ewrûpayê dijî?
Maneya xwe gava meriv li Kurdistanê bi kurmancî bipeyive meriv xerîb e, li derve, li Ewrûpayê dijî, kurdên li Kurdistanê dijîn bi piranî bi hev ra bi kurdî napeyivin.
Bi gotineke din li Kurdistanê axaftina bi kurdî êdî ji normalîteyê, ji zimanê gel yê rojane derketiye, bûye zimanekî biyanî, zimanekî hin kurdên Ewrûpayê pê dipeyivin.
Ji pirs û şêla xelkê ya li hemberî kurdî meriv wê netîceyê derdixe.
Û her ku here rewşa kurdî ewê xerabtir bibe.
Yanî ji nuha û pê da emê bibêjin sal bi sal xwezî bi par...
Tiştê ez dibînim û viya ev serê 30 salî ye jî dibêjim, heger kurd li Kurdistanê di nava çend salan da mafê perwerdeya bi kurdî ji dewletê negrin kurdî ewê bimre.
Lê dîsa jî dibê meriv teslîm nebe û tiştê ji destê meriv tê bike.
Heger kurdekî bi tirkî bersîva da axaftina meriv ya kurdî, dibê meriv jê ra biêje:
Tirk bi hev ra bi tirkî, ereb bi hev ra bi erebî û faris jî bi hev ra bi farisî dipeyivin.
Çima kurd ewê bi hev ra ne bi kurdî (kurmancî, zazakî) lê bi tirkî bipeyivin?
Ma tirkek ji tirkekî ra dibêje çima tu bi min ra bi tirkî dipeyive?
Ya jî gava tirkek di axaftina xwe ya bi tirkî da israr dike, ma tirk matmayî dimînin?
Ma tirkek ji tirkekî ra dibêje çima tu bi min ra bi kurmancî napeyive?
Ya din dibê meriv bi xelkê ra bi zimanê ”akademîk” nepeyive, bi zimanekî xelk ji meriv fêm bike bipeyive.
Zimanê ”akadamîk” ya jî zimanê naylon xelkê, însanan ji kurdî sar dike, ditirsîne, dibêje belkî zimanê wan şaş e û lema jî fedî dikin bipeyvin.
Çimkî zimanê ”akademîk” û naylon nizane…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE