06 juli 2017

Erdogan: Heger kurd referandûmê çêkin ewê poşman bibin

Erdogan dîsa kurdên başûr tehdît kiriye: heger ew referandûmê çêkin ewê poşman bibin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dîsa li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê derketiye û gotiye heger kurd referandûmê çêkin ewê poşman bibin.
Erdogan di televîzyona France24ê da li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derketiye û gotiye:
"Barzanî ji bo vê yekê amade nîne, ji xwe tiştekî wisa li dijî yekîtî û yekparetiya Iraqê ye. Hemû derd û xema Tirkiyê parastina yekparebûna Iraqê ye. Eger ew Iraqê perçe bikin yên din jî ewê çav li wan kevin û eynî tiştî bixwazin. Lewma em çêbûna referandumê rast nabînin. Eger ev referandum were çêkirin kurd ewê poşman bibin."
Li ser pirsa gelo îhtîlmal heye li Tirkiyê jî referandûmeke wiha were çêkirin, Erdogan pir sert peyivîye û gotiye:
” Li Tirkiyê ewê li ku çê bibe? Li Tirkiyê ji bo avêtina gavake wiha hinekî cesaret lazim e. Yê xwestin li Tirkiyê gaveke wiha bavêjin nuha bedelekî pir giran didin. Li Tirkiyê ji bo gaveke wiha ne zemîn heye û ne jî hêzên wiha hene. Ne hêz û ne jî îmkana kesî heye struktura Tirkiyê ya unîter xera bike.”
Seddam jî wiha digot, lê rojek hat him ew zemîn
û him jî ew hêz çêbû.
Rojekê ewê dora Tirkiyê jî were...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE