02 juni 2017

Sebebê teşxelaya nabêna kurdan serok û siyasetmedar in



Serok û siyasetmedaran ji ber ku di wextê da gelş çareser nekirine kurd kirine dijminên hev.
Heger îro gelek kurd bûne neyarên hev û guleyan ji hev ra dihelînin sebeb siyasetmedar in, i ber bêkêriya wan kurd ketine gewriya hev û di medyaya sosyal da ji dijmin bêtir şerê hev dikin.
Daîş ne bes bû nuha jî Heşdî Şebî derketiye, îcar ew dikevin herêmên berê di destê Daîşê da bûn.
Îcar Heşdî Şebî gundên kurdan rizgar dikin û dibin qehreman û dagirker.
Li Şingela gundê Koço heta ...nuha çima nehat rizgarkirin?
Çima rizgarkirina gundê Koço neket dereceya pêşî?
Çima kurdan hîştin Heşdî Şebî here Koço û çend gundên din rizgar bikin?
Gelo kurdan nikanîbûn Koço rizgar bikin ya jî xemsarî kirin, rizgarkirna wî negirtin rêza pêşî?
Îcar nuha ji ber ku Nadîa Mûrad bi Heşdî Şebî ra çûye gundê xwe kurd ketine gewriya hev û gotinên nemayî ji hev ra dikin.
Heger hûn pi jêhatî bûn we berî Heştî Şebî Koço rizgar bikira, we nehîşta çeteyên Heşdî Şebî herin Koço.
We Nadîa Mûrad bibira wir.
Bi kurtî sebebê vê aloziyê partiyên kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE