10 juni 2017

Ez zanim zêde dubere dibe lê mecbûr im bibêjim...

Bêguman zêde dubarekirina tiştekî ne xweş e, ji tahmê derdikve.
Ez viya qebûl dikim.
Lê li alî din bêdengmayina li hemberî asîmîlasyonê û helandina kurdan jî ne rast e û ûjdan û xîreta min qebûl nake.
Tu rexne dikî hin kes xwe aciz dikin, dibêjin keko tu vê meselê pir dubare dikî.
Tu rexne nekî li ber çavê te kurd tên asîmîlekirin.
Yanî tu tû yî jor dikî simêl e, tû yî jêr dikî rîh e.
Ez mame di nabêna xelîl û celîl da.
Rastiyê dibêjim xelk xwe aciz dike.
Bêdeng dimînim ûjdan û xîreta min û hestên kurdayetiya min qebûl nake, rehet nakim.
Lê rastiyek heye dibê ez bibêjim, hin kurdên kurmanciya wan pir baş e, him di nivîsê da û him jî di axaftinê da baş e.
Lê dîsa jî wek muptelayên narkotîkayê nikanin dev ji tirkî berdin.
Di feysê û twîttê da gotinên herî kin û herî basît jî ne bi kurmancî, bi tirkî dininivîsin.
Gava ez van camêran dibînim ez matmayî dimînim.
Gelekên van ji bo kurd û Kurdistanê bedelên mezin dane, bi salan di zindanên Tirkiyê da mane, îşkenceyên nemayî dîtine, ji dewletê zulm û neheqiyên nemayî dîtine.
Siyasetmedar, nivîskar û ronakbîrên kurd in, hîn jî di nava micadelê da ne…
Lê dîsa jî nayê bîra wan wan herdu gotinên xwe ne bi tirkî, bi kurmancî binivîsin.
Tesîra asîmîlasyonê ji muptelabûna alkolê û narkotîkayê jî xerabtir e, tedawiya wê pir û pir zor e.
Lê taliya qebûlkrina asîmîlasyonê, axaftin û nivîsandina bi tirkî, felaket e, tirkîtî ye, meriv zarokên xwe dike tirk.
Di dawiya sedsala 19a û destpêka sedsala 20a da bi hezaran malbatên kurdên kurmanc, soran û dimilî(zaza)li Stenbolê dijiyan.
Hemû ne hemal û karkir bûn, bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr û elîtên kurd, mîr û begên kurdan bûn.
Vana mezin û rêberên civata xwe bûn, siyasî û întellektuel bûn.
Hûn zanin çi hat serê wan?
Ez ji we ra bibêjim.
Hemû jî heliyan û bûn tirk.
Ji malbata Bedirxaniyan bigre,heta bi ya Babanan û gelek malbatên din, zarokên hemûyan bûn tirk.
Taliya me jî ew e, zarokên me jî wek yên wan ewê bibin tirk.
Çimkî ji nuha da em wan dikin tirk.
Ji xwe ji nuha jî nîvê nivîskar û hunermend û artîsên Tirkiyê tirkên bi eslê xwe kurd in….
Lê bûne tirk…
Ev yek yek min gelkî nerehet dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE