23 juni 2017

Çar welatên ereb ultîmatomeke 13 madeyan dan Qaterê




Li Kendavê krîza nabêna welatên ereb û Îranê her ku diçe dikûrtir û gurtir dibe.
Kuwêta nabêncîtiyê dike, ultîmatoma 13 madeyî ya çar welatên ereb, Erebîstana Suûdî, Misrê, Yekîtiya Emîratên Ereb û Bahreynê teslîmî Qetêrê kir.
Van her çar welatan lîsteyeke 13 xalan dane Qeterê û gotine dibê di nava  10 rojan da Qeter van şertên me bi cî bîne.
Ji van 13 daxwazên ji Qeterê hatine kirin çend heb ev in:
-Dibê Qeter bi Tirkiyê ra hemû peymanên xwe yên leşkerî betal bike û hemû binkeyên leşkerî yên Tirkiyê bigre û leşkerên Tirk ji Qeterê derxe.
-Dibê Qeter bi Îranê ra hemû têkilîyên xwe yên leşkerî û dîplomatîk qut bike.
-Dibê Qeter hemû alîkariyên madî yên bi Birayên Musilman(Îxwan), bi Hûsiyên Şîe yên Yêmenê, bi Daîşê û bi El Qaîdê ra qut bike.
-Dibê Qeter qanala telewîzyona El Cezîrê bigre.
-Dibê Qeter ji ber zirara daye van welatan tazmînatê bide.
-Dibê Qeter kontrolên mehane û salane qebûl bike.
Û gerek Qeter van daxwazên jor û yên din di nava 10 rojan da bi cî bîne...
Lê negotine heger Qeter van daxwazan bi cî neyne ewê çi bikin.
Wek xuya dike krîz cidî û pir mezin e û tiştên ji Qeterê hatine xwstin jî ne daxwazên henek menek in, tiştê pir muhîm in.
Berî her tiştî serî digihîje Tirkiyê jî, bi şiklekî vekirî daxwaza betalkirina hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra hatiye kirin.
Her wisa daxwaza qutkirina hemû têkiliyên leşkerî û dîplomatîk yên bi Îranê ra jî heye.
Qeterê heta nuha tu bersîv nedaye vê ultîmatomê.
Her wisa deng hîn ji Îranê û Tirkiyê jî derneketiye.
Ya din Îraqê çi bike, ew jî hîn ne diyar e.
Gelo Îraqê li cem Îranê cî bigre ya jî li cem Suûdî?
Di rojên pêş da kî bi kê ra ye, kî li dijî kê ye ewê baştir zelal bibe.
Lê tiştê xuya dike dijayetiya nabêna Suûdî û Îranê di rojên pêş da ewê berfirehtir û gurtir bibe.
Bi qasî xuya dike Emerîka ewê bela xwe ji Îranê veneke, îhtîmala derketina şer jî heye. Yanî îşê meeyan hinekterorîst jî zor e.
Bi rastî jî heta ev rejîma îslamî û terorîst ji ortê ranebe ne ji herêmê rehetî ne mimkûn e. Erdogan jî nuha di cepheya Îranê da ye.
Di vir da Tirkiye dîsa ket feqê, hat hemberî Emerîka û Suûdî.
Çimkî bi alîkariya bi Qeterê ra Tirkiye bûye hevalê Îranê.
Ev jî dijîyatiya Emerîka û Suûdî ye.
Tirkiye ji destpêka krîzê da ye di ser Îranê ra ambargoya li ser Qeterê qul kiriye û balafir li pey balafirê alîkariyê dişîne ji Qeterê ra.
Û ne tenê xwarin û vexwarinê dişîne, bi lez û bez leşker jî şand Qeterê. Maneya xwe di êrîşekê da dixwaze Qeterê biparêze.
Ji ultîmatomê xuya dibe Suûdî û hin welatên ereb ji vê siyaseta Erdogan pir aciz bûne û lema jî xwestine Qeter hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra di nava 10 rojan da betal bike û leşkerên tirk ji welatê xwe derxe.
Ev jî nîşan dide gelşa nabêna Suûdî û Tirkiyê pir cidî ye.
Bi taybetî jî hevkarîya Tirkiyê bi Îranê ra him hemû welatên ereb û him jî Emerîkayê pir nerehet dike. Erdogan ewê cezayê vê hevaltiya xwe ya bi Îranê ra bide.
Di rewşeke wiha da dibê li başûr kurd li hev bin, yekîtiya wan hebe û meclîsê di zûtirîn wextê da aktîf bikin û bi Emerîkayê ra nekevin nava dijayetiyê.
Dijayetiyên Tirkiyê bi Emerîka ra he ku diçe zêdetir û kûrtir dibe. Li Sûriyê û Îraqê ew û Emerîka  ji ber alîkariya bi kurdan û PYDê ra ne li hev in û têkiliya wan pir xerab e.
Nuha wa ye krîza Qeterê jî lê zêde bû.
Erdogan wa ye îro li Heranê dîsa kurd jî û Emerîka jî tehdît kiriye, gotiye kî li pişta we be jî emê nehêlin hûn dewletekê ava bikin. Ev tê wê maneyê ewê şerê Emerîkayê jî bikin.
Lema jî hevkariya Emerîka û kurdan ewê dom bike û têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê jî her ku biçe ewê xerabtir bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE