13 maj 2017

Bi minasebeta 10 saliya bolga Hindik-Rindik


Deh sal berê piştî tesadufekê û bi xêra alîkatiya Nîhat Saganda ez bûm xwedî bloga ”Hindik-Rindik”.
Min nivîsa xwe ya pêşî ”Mizgîn li we kurdan ez jî bûm xwedî BLOG!” tam deh sal berê di 30 îlona 2007a da nivîsîye.
Çar mehên din deh salên bloga min ”Hindik-Rindik” diqedin û dikeve sala yanzdan.
Di van deh salên borî da min qet destê xwe neda bloga xwe û şikil û şemalek, xemleke nuh nedayê.
Sebebê vê jî karê layoutê, mîzanpajê ji min nayê, ez ji înternetê, ji vî ilmê nuh qet fêm nakim, dibê yek alîkariya min bike.
Heta ne aîkarî, dibê ji min ra çêke.
Lê ji bo guhertinê û layouteke nuh pîrozkirina 10 saliyê minasebetek baş bû. Ez wer fikirîm, min got piştî 10 salan dibê êdî ez xwe piçekî nuh bikim.
Lema jî min du roj berê dîsa xwe avêt dexlê Nîhat û daxwaza xwe ya  layouteke   nuh ya ”Hindik-Rindik” jê ra got.
Mala wî hezar carî ava be, camêr wek cara pêşî dîsa yek nekir dudu û got ser seran, ser çavan, ezê ji te ra çêkim.
Û wek hûn dibînin, ev şiklê nuh îro ji min ra şand.
Min bi xwe pir eciband.
Bi taybetî min dixwest sûretê  ”Dîkmeyên” Wêranşarê û ala Kurdistanê bibin panoya bloga min.
Dîkme, ziyaretgeheke dema Bîzansan e. Berê 12 nig, stûn bûn, nuha yek tenê maye. Di risim  da di nava xerabeyan da 7 stûn xuya dikin. Risimê hûn dibînin di dawiya salên 1800î da hatiye kişandin.
Bi dîtina min him ”Dîkme” û ala Kurdistanê û him jî logoya ”hindik-rindik” xweş û  hatine bi cî kirin û reng jî xweş e.
Ez nizanim fikrê we xwendevanan çi ye, lê min pir eciband.
Û ji xwe ya muhîm jî dibê bûk bi dilê zavê û zava jî bi dilê bûkê be.

Blogeriya min deh sal berê piştî tesadufekê di şeva pîrozbhiya 30 saliya DDKDê da(28/9-07) dest pê kir.
Di nivîsa xwe ya pêşî da ez çawa bûm xwedî blog û kê ji min ra çê kir min wiha nivîsî ye:
”Di şevê da min derdê xwe ji Nîhat ra got. Min got, ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
- Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.
Roja din dema min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîssîn e.
Ew jî bi van rêzan, bi lez û bez ez dest pê dikim.
Ez nuha pir dilşad û pir jî bi heyecan im.
Ez ji hemû malperên bi nav û deng ra dibêjim, xwe bidin alî ez hatim.
Wek tê zanîn di mala xelkê da meriv tu carî xwe rehet û azad his nake. Mazûban çuqasî dost û mîvanperwer be jî meriv wek li mala xwe ne serbest e.”
Ez blogerê xwerû kurmancî yê pêşî me.
Berî min çend blogên tirkî-kurdî  hebûn, lê yên xwerû kurdî(kurmancî, zazakî)tunebûn.
Ez avantgardîstê yanî pêşengê blogerên kurd im, pir hindik tesîra min li hemû blogerên kurdî bûye.
Û bi viya jî ez xwe merivekî pir bi şans û serblind his dikim.

Di van 10 salan da min yek rêz ne bi tirkî nivîsî û ne jî cî da şiroveyên tirkî. Di vî warî da min israr kir û ji bo gelek kesan bûm emsal.
Ez ji bloga xwe pir û pir memnûn im.
Di deh salan da min 4195 nivîs, meqale nivîsîne.
Bi hesabekî  teqrîbî rojê dike du nivîs.
Ev ne tiştekî hindik e.
Heger bloga min tunebûya nuha ev 4195 nivîs tunebûn.
Di nava nivîsan da nivîsên li ser siyasetê, edebiyatê, dîrokê, zimên, zarokan, perwerdeyê, nivîsên mîzahî, nivîsên li ser jinan, li ser jiyana dîasporayê, bi kurtînivîsên  li ser gelek babetên cuda hene.
Ji nivîsan hinekên wan li ser mijar û bûyerên rojane ne, lê hinekên wan jî wek min got li ser mijarên din in.
Heger hinek alîkariya min bike ez dixwazim van nivîsan li bêjingê xim û ji wan yên ”hêjayî” weşanê di çend cildan da top bikim û wek kitêb biweşînim.
Ez bi xwe nikanim vî karî bikim, dibê hin alîkariya min bikin.
Di rojên pêş da ezê li edîtor û îmkaneke wiha bigerim.
Li Swêd blog pir tên xwendin, hin blog rojê bi dehhezaran zîyaretçiyên wan hene.
Ez bawer dikim li Tirkiyê jî xwendevanên blogan pir in. Yanî ji yên kurdî zêdetir in.
Û ev normal e jî, çimkî em miletekî bêdewlet in, çar perçeyî bûne û bi milyonan kurd bi zimanê xwe nikanin bixwînin.
Ez blogerê miletekî bindest û bêdewlet im, helbet ewê xwendevanên blogerên swêdiyan û tirkan li gorî min zêde bin.
Gelek aliyên blogeriyê yên bi feyde û xweş hene.
Bi taybetî jî ji bo kurdan, ji bo ferdên miletekî bêdewlet blog û medyaya sosyal  îmkaneke pir mezin û nihmeteke Xwedê ye.
Bîst, sîh  sal berê meriv nikanîbû îmkaneke wiha xeyal jî bike.
Di blogê da meriv kane jiyana xwe ya rojene, hestên xwe, serpêhatiyên xwe, kêfxweşî û xemgîniyên xwe binivîse û bi xwendevanên xwe ra, bi kesên din ra par ve bike.
Meriv kane bi wan ra têkeve sohbetê.
Û bi vî hawî  meriv hestên xwe, micadela xwe, fikrên xwe yên li ser bûyerên qewimîne bi  kurtî qismekî jiyana xwe dike belge û ji zarokên xwe ra, ji dîrokê ra dihêle.
Yanî bi bloga xwe meriv şopekê, mîratekê, rismekî li pey xwe dihêle, nabe berf û nahele.
Ev jî hestekî xweş e.
Mersele em nizanin bav û kalên me çi kirin, çawa jiyan, çi hat serê wan, kînga xemgîn bûn, kînga dilşa bûn. Bi kê ra şer kirin, kînga kirin, filan û bîvan. Çimkî ji me ra tiştek li pey xwe nehîştine.
Lê neviyên me ewê bizanibin bav û kalên wan çi kirine, çi parastina û li dijî çi bûne û bûne şahidên çi…
Lê çi heyf blogên kurdî piranî siyasî û kultrî ne, blogên li ser jiyana rojane tunene, heger hebin jî, kêm in, haya min jê tuneye.
Mesela bi swêdî li ser her tiştî û her mijarê bi sedan blog hene.
Li ser blogeriyê, teknolojiyê, sînemayê, kitêban, edebiyatê, tarîxê, li ser heywan, li ser her babetê kulîlkan, li ser xwarinê, welhasilî kelam li ser her tiştî û her mijarê blog hene.
Di esasê xwe da blogerî ne karekî hêsa ye, dibê merib tim aktîv be, bi xwendevanên xwe ra mijûl bibe, bersîvê bide pirs û şiroveyên wan.
Yanî kerekî wextê dixwaze.
Li Swêd wiha ye.
Lê blogeriya kurdî ne wiha ye.
Berî her tiştî xwendevan pir kêm in. Û yên hene jî bêdeng in, ne dibêjin him, ne dibêjin gim.
Ne dibêjin baş e, ne dibêjin xerab e.
Mesela di van 10 salên blogeriya min da belkî 100  şirove jî tunebin.
Ev yek bivê nevê zewq û şewqa meriv kêm dike.
Lê di dawiyê da meriv mecbûr dibe realîteyê qebûl bike.
Mesela heta 6-7 meh berê jî rêjeya xwendevan û ziyaretçiyên min di nabêna 40-100î da bû.
Lê ev demeke ev rêje hinekî bilind bûye, derketiye nabêna 300-600 dî.
Mesela do 591 kesî bloga min ziyaret kiriye, tikandiye.
Helbet gava xwendevan zêde bin kêfa meriv tê, ev yek enerjiyê dide meriv. Meriv dibîne bazar ne kesad e, kirîdar pir in.
Lê ez bi xwe zêde guh nadim rêjeya kêm û zêde, rojê 10 kes jî bloga min ziyaret bikin ezê dîsa jî binivîsim û dev ji nivîsandinê bernedim.
Çimkî ez blogeriya xwe wek micadele û şerekî li hemberî  asîmîlasyonê û li hemberî hêzên îşxalkar dimînim.
Hin kes bi fedekariyên mezin, bi keleşa xwe şerê neyar dikin, ji bo azadî û serxwebûna gelê  xwe di zindanan da dirizin, ez jî bi qelema xwe vê micadelê didim..
Ev ji destê min tê ez wiya dikim.
Ya muhîm merivli hemberî zulmê, asîmîlsyonê û îşxala welatê xwe bêdeng nemîne…
Wek min got 10 saliya ”Hindik-Rindik” e, heger bi vê minasebetê xwendevan û kesên min taqîp dikin li ser bloga min fikrên xwe, hest  û baweriyên xwe bibêjin ezê pir kêfxweş bibim.
Kî çi dinivîse, çi pêşniyarê dike serbest e, xeber û heqaret ne tê da, her kes kane her rexneyê li nivîsên min bigere.
Ez zanim kesê tiştekî nenivîse, lê li gel vê jî ez dibêjim.
10 saliya Hindik-Rindik pîroz be !
Zinarê Xamo
2017-05-13
Stockholm


2 kommentarer:

Anonym sa...

Xalo welleh sekle we gelek xwesik e

Zinarê Xamo sa...

Spas,bi ya min jî xwesik bûye. Ev komentara pêshî ye,ji xwe bêyî te kes tishtekî nabêje.
Ez dêjim bi minasebta 10 saliya "Hindik-rindik" ra tu jî gaveke nuh bavêje û ji îllegalîteyê derkeve legalîteyê.