06 april 2017

Tirk û paranoya kurd


Bi hawakî bêsebeb û beradayî Tirkiyê, hemû partî û hêzên tirk xwe mahkûmî neyartiya kurdan kirine.
Tirkiyê, hukûmeta AKPê, partiyên tirk, mirovên tirk dijminatiya kurdan li her beşê Kurdistanê, li her dera dinyayê ji xwe ra kirine karekî esasî, meseleyeke man û nemanê.
Kurd li Kerkûkê ala xwe hildidin, serokê Tirkiyê Erdogan kurdan bi îşxalê tehdît dike.
Kurd li Kurdistana başûr dixwazin ji bo serxwebûnê referandûmê bikin, Tirkiye tavilê îltomatomê dide kurdan, dibê em qebûl nakin…
Çimkî Tirkiye qebûl nake li welatekî din jî kurd bibin xwedî dewlet. Gerrek kurd li her derê bindest bin.
Li gorî Tirkiyê û tirkan dibê li vê dinyayê miletekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistan tunebe.
Li ruyê dinyayê hebûna kurdan, bihîstina navê kurd û Kuristanê hema hema her tirkî otomatîkman dîn û har dike, psîkolojiya wî xera dike.
Însaniyetê heta nuha gelek îdeolojiyên bi zirar yên wek irqçîtiyê, faşîzmê, nazîzmê nas kir, lê îdeolojiya tirkan ya antî-kurd ji vana hemûyan jî xerabtir e, siyasetmedar, sosyolog dibê navekî ji vê îdeolojiya tirkan ya antî-kurd ra bibînin...
Ne li Tirkiyê tenê, dixwazin li Sûriyê, li Îraqê, li Îranê, li Ewrûpayê, li Qafkasan, welhasil li tu dera dinyayê kurd nebin xwedî mefekî herî biçûk û dibê her kes miamela terorîstiyê bi wan ra bike.
Ala kurd, navê Kurdistanê her tirkî şepleyî dike û dike mexlûqekî pir tahlûke, ji bo zirarê nede der û dora xwe dibê meriv qeyd bike, tedawî bike.
Heta Kurdistan çênebe tirk ji fobiya kurd xelas nabin û nabin merivên normal. Yanî derman û tedawiya tirkan çêbûna Kurdistanê ye, heta Kurdistan çê nebe, ala kurd li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li ba nebe tirk ji vê nexweşiya antî-kurd ya paranoyak xelas nabin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE