05 april 2017

Bersîva Tirkiyê dibê ne ev bersîva rebenok û bi tirsonekî bûya

Beyana Nêçirvan Barzanî ya li ser hildana ala kurd  li Kerkûkê û gef û tehdîdên Erdogan beyaneke ne xweş, tirsok  û bêtalih e.
Dibê bersîva Erdogan û Îranê ne ev bersîva tirsok bûya…
Li hemberî gefên Tirkiyê û Îranê Nêçîrvan Barzanî dibê bersîveke hîn mêrane, hîn cesûr û hîn bi ser û ber û cidî bida.
Tirk bi pişopişoyê dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernadin.
Kurd di pozîsyoneke bi heq da ne, kurdan welatê kesî îşxal nekirine û bajarê kesî ji kesî nestendine.
Kurdan ereb û tirkmen ji Kerkûkê dernexistine.
Tenê dixwazin li ser pêşeroja Kerkûkê, bajarê vegere ser Kurdistanê ya na referandûmekê bikin. Û ev jî mafê kurdan û kerkûkiyan e.

Dijayetiya ala kurd jî ne heqê Îranê û Tirkiyê ye.
Mafê Tirkiyê û Îranê tuneye ji kurdan ra bibêjin li Kerkûkê ala xwe hilnedin û neçin referandûmê.
Bexda kane bibêje, kane îtîraz bike, lê mafê Tirkiyê û Îranê tuneye.
Gava mudxale bikin neheq in û dibê kurd biwêribin bibêjin hûn li ser me neheq in, hûn me tehdît dikin û ev  jî  ne rast e û neheqî ye.
Kekûk tarî jî, coxrafî jî û etnîkî jî bajarakî kurda ye, di wexta xwe da paytexta Mîrîtîya Ssehrîzor bû. Di vî warî da bi sedan belgeyên tarîxî hene.
Erebên li Kerkûkê mîratxurên kolonyalîzma erebî, tirkmen jî mîratxurên barbar û talankarên moxolan in. Dibê serok û siyasetmedarên kurd vê rastiyê ji tirkna ra bibêjin.

Lê tirkmen, ereb, asûrî-suryanî û ermenî jî li Kerkûkê hene. Kurdan ev yek înkar nekiriye.
Li hemberî gef û êrîşên Tirkiyê û Îranê jê dêlî kurd û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê gavê paş da bavêjin û hustuyê xwe xwar bikin, dibê tehdîtên Tirkiyê û Îranê bi zimanekî maqûl rexne bikin, bibêjin hûn mudaxeleyî karê me yê hundur dikin, ev ne karê cîrantiyê ye.
Yanî ji ber hûn xurt in, artêşên we hene, tank û top û balafirên we hene, hûnê zulmê li me bikin, hûn me tehdît bikin?
Wek kurdan her tim gotiye, dibê nuha jî ji Tirkiyê û Îranê ra were gotin Kerkûk tarîxî, coxrafî bajarekî Kurdistanê ye. Lê kurd tenê lê najîn, tirkmen, ereb û gelên din jî lê dijîn. Di vê maneyê da Kerkûk bi qasî bajarê kurd aye, bajêrê tirkmen, ereb gelên din e jî.

Lê Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Lema jî biryara referandûmê mafê gelê bajêr e, ne Tirkiye û Îran, kekûkî ewê biryarê bidin Kerkûk ewê here vegere ser Kurdistnanê ya na…
Û hildana ala kurd jî mesleyeke di nabêna kurd û Bexdayê da ye, tu îşê Tirkiyê û Îranê pê nakeve….

XXX

Behrooz Shojai li ser Kerkûkê du belgeyên tarîxî belav kirine. Di herdu belgeyên 250 sal berî nuha da Kerkûk ne tenê bajarekî kurda ye, ew paytexta Mîrektitiya Şehrezûr e.
Ez herdu belgeyan mamoste Behrooz Shojai belav kirine li jêr diweşînim.

Histoire moderne des chinois, des japonais, des indiens, des persans, des Turcs, des Russiens, etc. Vol 8 François-Marie de Marsy, Paris (1766:304-305)
Curdistan (Kurdistan) – Ev wîlayet li bakurê Iraqa Erebî, beşeka bariz ya Aşûra kevnar e. Ev welat bi awayekê xwar ji rojhilatê Dîcleyê, di navbera medara 35.38 de û bi dirêjahiya şeş lîgan berfireh e. Bajarên wê Cherazoul (Şehrezûr) yan Kerkiouk (Kerkûk), paytextê vî welatî ye, ko li ser tehtekê mezin çêbûye û xanî jê hatine... kolan. Histoire moderne des chinois, des japonais, des indiens, des persans, des Turcs, des Russiens, etc. Vol 8 François-Marie de Marsy, Paris (1766:304-305) Curdistan (Kurdistan) – Ev wîlayet li bakurê Iraqa Erebî, beşeka bariz ya Aşûra kevnar e. Ev welat bi awayekê xwar ji rojhilatê Dîcleyê, di navbera medara 35.38 de û bi dirêjahiya şeş lîgan berfireh e. Bajarên wê Cherazoul (Şehrezûr) yan Kerkiouk (Kerkûk), paytextê vî welatî ye, ko li ser tehtekê mezin çêbûye û xanî jê hatine kolan.

XXX
Géographie Moderne, Vol II, N. la Croix,
Paris (1769: 145/1773: 145/1777: 202/1784: 202/1786: 202/1800 : 203/1806:298,299 /1817: 161)
- III. Curdistan (Kurdistan), yan welatê kurdan. Navê wî welatî berê Corduenne (Korduen) bû, navê kurd jî ji vir dihêt. Ev gel li rojavayê Ecemistanê, li Diyarbek û Iraqê belav bûne. Gelek prensên wan hene, ko jêre dibêjin beg yan mîr. Hinek ji van beg û mîran girêdayê xelîfê Osmanî ne, hinek peyrewê eceman, hinek jî serbixwe ne. Kerkouk (Kerkûk) paytextê Kurdistana Osmanî ye, û li başûr-rojavayê deverên çiyayî ye. Bajarekê mezin û bergehê paşayî ye, ko sî û pênc sinceq di bin emrê wî de ne. Eceman di navbera salên 1734 û 1743an de ev der dagîr kiribû.





Inga kommentarer: