09 mars 2017

Trajediya gundê Kurdmeydanê


Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim ji we ra qala trajediya gundekî Mûşê, qala gundê Kurdmeydanê bikim.
Ji gundê Kurdmeydanê xortekî  bi navê Ayetullah Hasanoglu, bi numûneya ji gundê xwe Kurdmeydanê,  felaketa, trajediya dewleta tirk û partî û siyasetmedarên kurd bi hev ra anîne  serê gundê wî û serê tevayiya kurdên bakur pir xweşik raxistiye ber çavan.
Wek min li jor jî got Kurdmeyadan  gundekî Mûşê ye, gundî hemû kurd in û heta sala 1995a jî zimanê pê wan kurdî  bû ye.
Kurdmeydan heta 20 sal berê gundekî kurdan yê welatparêz bû.
Lê Kurdmeydan nuha  bûye wek gundekî tirkan.
Çimkî hema hema hemû dê û bav êdê bi zarokên xwe ra  ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin. Û tirkiya wan jî ji tirkiya tirkên Yozgatê pir baştir e.
Yanî li Mûşê, li gundekî kurdan yê bi navê Kurdmeydanê  kurd bi hev ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin.
Û di vê trajediyê da rola siyasetmedar û partiyên kurd, rola xwenda û ronakbîrên kurd ji yê dewleta tirk zêdetir e.
Çimkî ew li dijî asîmîlasyonê derneketine.
Çimkî wan yanî kurdan qedir û qîmet nedane zimanê xwe, ji gundiyan ra negotine bi zarokan r abi tirkî nepeyivin.
Negotin, çimkî ew bi xwe bi gundiyan ra bi tirkî peyivîne, wan bi xwe gundî mecbûrî fêrbûna tirkî tirkî kirine, wan gundî û zarok hewisandine tirkî.
Ev jî xizmeta ji asîmlasyonê û ji dewleta tirk ra, ev siyaset ji alî kê da û li ser navê çi were kirin jî, ev alîkariya bi asîmîlasyonê û dewleta tirk e.
Li gorî Ayetullah Hasanoglu nivîsîye, dewletê di sala 1993 yan da gundê wan şewitand û hemû gundî ji gund derxistin.
Her malbatek berê xwe dide bajarekî. Hinek diçin Bûrsayê, hinek diçin Mêrsînê, hinek diçin Stenbolê, Mûşê, Amedê û Edenê...
Piştî 1995a li herêmê rewş piçekî aram dibe û qismekî gundiyan vedigerin gundê xwe, Kurdmeydanê.
Û hinek jî venegerin.
Nuha di gunda da nêzî 100 mal hene û nufûsa gund  li dora 700 kesî ye.
Piştî şewitandina gund û koçberiyê, gelek kesan zarokên xwe dane xwendin. Ji gund gelek kesên xwenda derketine. 
Him wek reaksiyoneke li hemberî dewletê û him jî çare û xelasî di xwendinê da dîtine. Lema jî zarokên xwe dane xwendin. Ji van zarokan hinekên wan gihîştine meqamên bilind.
Lê vê xwendinê, yanî pêvajoya xwenaskirinê li ser zimanê wan bandoreke erênî nehiştiye. Yên xwenda tenê tiştek fêrî yên mayî kirine:
"Min sala 93a ji bîr nekir, ez xwe nas dikim û ji bo wê jî raya xwe didim xwe!"
Ji ji bilî vê(ez xwe nas dikim û raya xwe didim xwe) ji şewata 1993a tu şop nemaye.
Li gund hema hema hemû dê û bav êdî bi zarokên xwe re ne bi kurdî, bi Tirkî dipeyîvin.
Yekî gund nas nake, dîroka gund nizanibe û rojekê  li gund bibe mêvan û ” guh bide zimanê lîstokên zarokan, ewê nizanibe ev der Kurdmeydan e, ewê bibêje teqez ev der gundekî aliyê Yozgat ê ye. Û ez karim bi hêsanî bibêjim Tirkîya zarokên gundê Kurdmeydanê  ji Tirkîya Yozgatiyan zelaltir û rasttir e.”
Li gorî Hasanoglu, di netîceyê da bi qasî gunehê dewletê, gunehê dê û bavan jî heye. Çimkî ew li zimanê xwe xwedî derneketine, ew bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin.
Dewletê li gund kurdî li kesî yasax nekiriye, ji kesî ra negotiye hûnê bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin. Dê û bav bi xwe naxwazin.
Hasanoglu gotiye, ”belê, avakarê vê paradîgmayê her çiqas dewlet be jî lê alîgirên dewletê ew bi xwe ne. Û ji derve da jî li rengê ryan dinêrin û dibêjin ev gundekî çiqasî welatparêz e ! Çimkî di dîtina wan ya wealtparêzi yê da ciyê zimên û sembolên netewî tuneye. Welatparêzî ji bo wan tenê ray e.”
Yanî kurdayetî, welatparêzî daketiye derekeya rengê rayê, yê raya xwe bide HDPê ya jî bi gotina wan ”bide xwe” bes e, ziman çûye, asîmîle bûye qet ne muhîm e.
Ev jî nîşan dide siyaseta partiya Tirkiyê, Tirkîyetiyê, cumhûrîyeta demokratîk û welatê miştereke malik li kurdan viritandiye, li ser navê ”kurdayetiyê” û ”welatparêziyê” kurd helandine û ji dewletê ra kirine tirk.
Hasanoglu, numûneyek ji gundekî Sasonê yê cerdevanan daye û wiha gotiye:
”Li Sasonê payîzke em çûn gundên Xiyan. Gundên cerdewanan(korîcî) bûn.
Cerdevan li ba me wek xwefiroşên pergalê tên nas kirin. Lê min tiştekî pir balkêş dît. Li wan deran hemû dayîk û bav bi zarokên xwe re bi kurdî dipeyivîn. Zarok jî di lîstokên xwe da bi hev ra bi kurdî dipeyivîn. Ev ji min re pir balkêş hatibû.”
Ayatullah Hasanoglu nivîsa xwe wiha qedandiye:
“Belê di şûna encamê de ez dikarim viya bibêjim, xelata welatparêziya me rayek e. Helbet yên civakê birêvedibin jî wuha dixwazin. Bi dirûşmên şoreşgeriyê gel bilî kirin û di nava çav û biriyan de ev gel kirin biyaniyê ziman û çanda xwe.”
Wek tê dîtin di nava 20 salên dawî da hêza, partiya li Kuristanê pêşengiya gel kiriye, bi siyaseta xwe ya kurdkuj û tirkparêz û Tirkiyeparêz kurd asîmîle kirine, ji bo wan ziman miman qet ne muhîm e, ya muhîm ray e.

Trajediyeke, felaketeke ji viya mezitir nabe.
Li ser asîmîlasyona van salên dawî min gelek tişt xwendibûn û bihîstibûn. Di van 5 salên dawî da di çend çûn û hatinên xwe da ez bi xwe bûm şahidê mezinahiya asîmîlasyonê.
Lê ev cra pêşî ye ez numûneyeke hewqasî konkret dibînim. Ev cara pêşî ye ez dibihîzim di nava 20 salan da gundekî bi 100 malî ji kok da asîmîle bûye. Merhela piştî vê tirkbûn e. Kesê bi kurdî nizanibe û gida xwe tenê ji tirkî bigre pir rehet dibe tirk.
Gava min ev rêzên Ayetullah Hasanoglu xwend, wek yek satilek ava sar bi ser bedena min a şûttazî da ke, ez veciniqîm.
Berê aşê asîmîlasyonê bajar bûn, li gundan kurd asîmîle nedibûn. Li gundan kurd ji çerxa asîmîlasyonê xelasdibûn.
Lê wa ye asîmîlasyonê êdî xwe gîhandiye gundan jî, gundî jî êdî wek bajariyan asîmîle dibin.
Li herêma me Wêranşarê, Dêrikê, Qerejdaxê, Serêkaniyê, Qoserê, ez bawer dikim li Ruhayê jî hîn gundên bi tirkî dipeyivin tunene. Lê çend salên din felaketa hatiye serê gundê Kurdmeydana Mûşê ewê were serê gundên me jî, li seranserê Kurdistanê ewê eynî tişt bibe….
Berpirsiyarê vê felaketa hatiye serê kurdan bi qasî dewletê, siyasetmedar û partiyên kurd in jî.

Inga kommentarer: