10 mars 2017

Meriv nikane ji çavê xwe bawer bike

Do min hevpeyvîna Erdogan, beyanên Bînalî Yildirim û Suleyman Soylu û gotinên Devlet Bahçelî yên li ser muxalifên xwe gotiye xwend.
Meriv nikane bawer bike merivên wiha hîn li derve digerin…
Gava meriv kesên wek Bahçelî û Soylu di telewîzyonan da dibîne meirv naxwaze ji çavê xwe bawer bike.
Ez 4000 km. ji Tirkiyê dûr im, lê dîsa jî bîna min çikiya, wek kurd, wek însan moralê min xera bû.
Min ji xwe ra got, Xwedê kir ez çar hezar km. ji van faşîst û psîkopatan dûr im.
Û dilê min bi kurdên li Tirkiyê û li Kurdistanê dijîn û ji mecbûrî her roj çend saetan li van kesan guhdarî dikin şewitî…
Ji bo psîkolojiya meriv xera nebe dibê meriv li van mexlûqatên bi zirar guhdarî neke.
Bi rastî nayê kişandin…
Di civatekê da hebûna kesên wiha tahlûke ye, lê vana tew serok in, dewletekê îdare dikin…
Bi qasî xuya dike gurên boz ewê hev û du bixwin…
Bira bi me û bi terş û tûşê me kurdan nekevin bira hevdu bixwin.
Gur heywanekî pir bi zirar e, hêvî dikim hevdu dabarînin….

XXX
Dibêjin Cîcero gotiye, ”Milet ne ji ber bêperetiyê, ji ber bêexlaqiyê têk diçin. ”
Ê heger ev gotina muhterem Çîçero rast bûya, dibê nuha li cîhanê dewleteke bi navê Tirkiyê tunebûya…
Belkî jî tirk miletekî îstîsna ye, bêexlaqî wan xurttir dike…



XXX
Dibê meriv nekeve şer, gava ket şer gerek xwe sist neke, sistî malwêranî ye.
-Heger tu hors î xwe zexm bigre, heger tu çakûç î di wextê da lêxe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE