05 mars 2017

Ji bo ku Kurdistana mezin çênebe Tirkiye êrîşî PYDê dike



Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik gotiye, ”Heger me biryara hereketa Mertala Ferêt negirta îro kantonên PYDê bûbûn yek.”
Mêrikan nêta xwe û hedefa xwe qet venaşêrin, dibêjin dijminê me kurd in û ji bo ku kurd bajarên xwe negihînin hev û li Sûriyê nebin xwedî mafên netewî, wan ew erd û av îşxal kirin.
Min xwest nîşan bidim tirk êdî nêta xwe venaşêrin.
Berê nêt û hedefa xwe bi dizî digirtin.
Nuha êdî wiya nakin. Vekirî dibêjin emê Minbicê ji PYDê bigrin û bidin ereban.
Viya ji bo hemû bajarên kurdan dibêjin.
Yanî berî  Sûriyê, Tirkiye dixwaze bajaran ji kurdan bigre û bide ereban.


PYD serxwebûnê, federasyonê, veqetandinê naxwaze. Heta baş ne diyar e çi dixwaze.
Ya jî otonomiyeke pir zeîf dixwaze.
Lê Tirk dîsa jî şerê PYDê(esas şerê kurdan)dikin, dîsa qebûl nakin Minbic di destê kurdan da bimîne.
Kîjan hêz, kîjan bajarî bigre Tirkiye ne li dij e, tenê li dijî kurda ye, dibê gerek kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraq nebin xwedî maf û desthilat. Wek dibêjin,”gerek bakurê Sûriyê jî çê nebe”.

Îro PYD siyaseteke ne baş, ne li gorî dilê me dimeşîne, lê sibe ev rewş ewê biguhere.
Tirk viya dibînin û lema jî dibêjin ev meseleyeke ”beka me ye”, yanî meseleyeke hebûn û tunebûna Tirkiyê ye.
Tirk dibêjin, heger li Sûriyê hemû axa Kurdistanê têkeve destê kurdan, Efrîn û Koban û kantonên din bigihîjin hev, di rojên pêş da ewê Kurdistaneke mezin çê bibe.
Îca ji bo ku ev fersend, wek îhtîmaleke dûr jî nekeve destê kurdan, tirk ji nuha da rê li ber vê yekê(Kurdistana mezin) digrin û ji bo wê jî rojava îşxal kirine.
Ji bo wê jî bi hemû hêza xwe êrîşî PYDê dikin. Piştgiriya Emrîka û Rûsyayê jî têra PYDê nake, tirk ji ya xwe nayên xwar…
Hemû kurd, li dijî PYDê be ya jî ne li dij be, dibê viya bibînin.
Ez bi xwe bi vî çavî li meselê dinîrim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE