17 mars 2017

Erdogan emrê girtina Ewrûpayê da tirkan !

Erdogan emrê girtina Ewrûpayê da tirkên li Ewrûpayê dijîn !
Pênc zarokan çêkin û Ewrûpayê bigrin !
Hêdî derdikeve ortê, tirkan çavên xwe bera Ewrûpayê dane. Çawa Tirkiye ji bîzans û yûnan û Kurdistan jî ji kurdan û Hatay, Mêrsîn, Îskenderûn û hin bajarên din ji ereban girtin, dixwazin Ewrûpayê jî ji ewrûpiyan bigrin.
Heger ne hemû Ewrûpa be jî destpêkê dixwazin ji çend welatên nufûsa wan lê zêdeye dest pê bikin û dû ra jî gav bi gav welatên din jî bigrin.
Bi baweriya heger ewrûpî ewv ewrûpî bin tirk ewê bigihîjin hedefa xwe, piştî 40-50 salên din ewê gelek welatên Ewrûpa bikin welatên tirkan.
 Erdogan di vê beyana xwe ya jêr da pir eşkere emrê girtina Ewrûpayê daye tirkan, gotiye:
”Di vê nabênê da ez ji deng li birayên xwe yên tirkên Ewrûpayê dikim. Pir cidî li wan deran xwedî derkevin. Li taxên(semtên)herî baş bijîn. Li otomobîlên herî baş siwar bin. Ne sê zarokan, pênc zarokan çêkin. Çimkî pêşeroja Ewrûpayê hûn in…”
Bi van gotinên xwe Erdogan ji tirkên Ewrûpayê ra vekirî dibêje zarokan zêde çêkin ji bo em kanibin Ewrûpayê bigrin.
Ji xwe ewrûpî êdî nazewicin û zarokan jî çênakin. Yên çê dikin jî herî zêde du zarokan çê dikin. Bi nufûsê be jî Eweûpa ewê ji tirk û ereban ra bimîne. Ewê li hev par bikin.
Yanî bi baweriya min ev gotinên Erdogan ne gotinên vala û beradayî ne, ev plan û hedefeke tirkan ya pir kevn e.
Heft, heyşt milyon tirk li Ewrûpayê dijîn, belkî hîn zêdetir. 
Li welatekî wek Hollandayê  biçûk 500 hezar tirk hene. Li Almanyayê nufûsa wan 3-4 milyon e.
Nufûsa Danîmarka 5 milyon e, 100 hezar tirk lê dijîn.
Bi kurtî li her welatê Ewrûpayê nufûzeke wan ya mezin heye û li hin welatan bi milyonan in.
Piştî 20-30, 40 salên din li gelek welatên Ewrûpa kanin bi kêmanî mafê otonomiyê û heta federasyonê bixwazin.
Û dû ra jî wek li Tirkiyê û Kurdistanê kirin, wan welatan jî ewê bikin welatên xwe û gelên wan welatan jî wek kurdan, yûnanan, ermeniyan asîmîle û qetil bikin.
Tirk dişibin kulî, têkevin ku derê dikujin, mehû dikin…
Di nava 150 salan da demografiya Kurdistanê guhertin û bi milyonan kurd kirin tirk. Û ev jî ne bes bû Kurdistan jî kirin Tirkiye, navê wê jî ji ortê rakin.
Ewê eynî tiştî bînin serê Ewrûpayê jî.
Ma li Stenbolê eynî tişt nekirin?
Di vî warî da(asîmîlasyon û qirkirinê da) tirk miletekî pir jîr û zîreke, tew meriv nabîne miletan çawa dihelînin û çawa ji ortê radikin.
Ermenî, yûnan, ereb, asûrî-suryanî, pontus û gelên derya reş di nava 90 salî da ji ortê rakin.
Kurd jî di komayê da ne. Umrê kurdan jî herî zêde 20, 30 sal maye.
Yanî taliya kurdan jî ewê wek ya ermeniyan û yûnanan be.
Mizgeft, komeleyên tirkan, hemû rêxistin û dezgên wan yên li Ewrûpayê di bin kontrola MITa tirk da ne, hemû hêlînên ajan û faşîsta ne.
Û hukûmeta AKPê jî vana baş bi kar tîne.
Mizgeft û hemû rêxistinên tirk, di bin çi navî da dibe bira bibe, ji bo civata Ewrûpa, ji bo demokrasîya Ewrûpa gefeke pir mezin e.
Dibê Ewrûpa viya bibîne û tedbîrên xwe bigreû vê tora tirkan ya îslamî û pan-tirkîst belav bike. Ya na ewê pir poşman bibin.
Heger ewrûpî ji nuha da tedbîra xwe negrin bi Xwedê çû ji wan da, tiştê anîn serê me kurdan, ewê bînin serê wan jî.
50 sal şûn da gelek welatên Ewrûpa ewê têkeve destê tirkan û li yên nekeve destê wan jî ewê bibin xwedî otonomî û federasyon…
Ev mesaja Erdogan despêka vê hedefa tirkan e…

XXX
Berpirsiyarên hukûmeta AKPê bi dor Yekîtiya Ewrûpayê tehdît dikin. Wezîrê karên hundur Suleyman Soylu gotiye:
”Bi Ewrûpayê ra peymaneke me ya paşdaşandinê heye. Ka em her meh 15 hezar koçber bişînin Ewrûpayê bira aqilê wan were serê wan…”
Çend roj berê Bînalî Yildirim jî eynî tehdît kiribû, gotibû tehamula me jî heta derekê heye, heger Ewrûpa sozên xwe neyne cî emê peymana koçberan xera bikin.
Tehdîd, şantaj karê Erdogan e, ji xwe bi vê metodê hat heta vira.
Ji Erdogan ra pere lazim e, ji bo 6 milyar euro ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre van tehdît dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE