11 mars 2017

Çavuşoglu: Em li dij in li Îraqê dewleteke cihê çê bibe…


Kurdên dewleta tirk û şelafên Erdogan ji bo Erdogan bi kurdan şîrîn bikin di her fersendê da dibêjin Tirkiye ne li dijî serxwebûna kurdên başûr e, roja kurd serxwebûna xwe îlan bikin Tirkiye ewê piştgiriya kurdan bikin.
Helbet ev vir e, birêvebirên Tirkiyê tu carî tiştekî wiha negotine û sozsek wiha nedana kurdan, kurdên dewletê ruyê xwe reş dikin.
Îspata vê yekê ev beyana wezîrê karaên derve yê Tirkiyê Mevelut Çavuşoglu ya îro ye.
Mevlut Çavuşolu, li ser serxwebûna kurdên başûr û rojava gotiye, ”Emli dij in li Îraqê dewleteke cihê çê bibe. Em destekê didin yekîtiya axa Îraqê. Em yekîtiya axa Sûriyê diparêzin. Em li dij in li vir dewletek ya jî kanton çê bibe.”
Li ser pirsa ”Heger li Sûriyê pêşketinên Tirkiye li dij e bibin, Tirkiye ewê mudaxeleyî PYDê bike ya na?”
Çavuşoglu gotiye, ”Tirkiye ji bo ewlekariya xwe û ji bo tahlûkeyên li hemberî xwe ji ortê rake, mudaxaleya rasterast jî tê da, ewê her tedbîrê bigre. Di vî warî da Tirkiye him xwedî biryar e û him jî ew hêza me heye…!”
Ez van gotinên Çavuşoglu dixim çavê hemû kurdên dewletê û kulûçxwir û amîgoyên Erdogan.
Çavîşoglu pir vekirî dibêje, him li Sûriyê û him jî li Îraqê ew li dijî dewleta kurd in, ew yekîtiya axa Îraqê û Sûriyê diparêzin…

XXX


Hollandayê ji wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ra bi rengekî resmî gotiye ”neyê, heger tu werî emê îznê nedin daketina balafira te.”
Çavuşoglu jî gotiye ewê dîsa jî here…
Vana bûne bela, xelk wan diqewitîne lê dîsa jî şerm nakin.
Dewletek ji viya zêdetir rezîl û riswa nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE