22 mars 2017

Bêdewletî û maneya jiyanê

Rojekê zilamek mir…
Gava bi mirina xwe hesiya, bala xwe daya Xwedê çenteyek di dest da û nêzî wî dibe. Pir tirsiya. Lê dereke pê da biçûya tunebû.
Di nabêna wî û Xwedê ev axaftina jêr derbas bû.
Xwedê: Haydê lawê min wexta çûyinê ye, dibê em herin.
Mêrik: Ma hewqasî zû? Gelek planên min hebûn.
Xwedê: Ez xemgîn im, lê belê wexta çûyinê ye. Dibê em herin…
Mêrik: Di wî çenteyî da çi heye?
Xwedê: Tiştên tu xwediyê wan bû.
Mêrik: Tiştên ez xwediyê wan bûm? Yanî tiftarên min? Kincên min. Perê min…
Xwedê: Na. Ew ne yên te bûn, ew yên dinyayê bûn.
Mêrik: Wê demê bîranînên min in?
Xwedê: Na. Ew aîdî zemên bûn.
Mêrik: Wê demê jîrekiyên min in?
Xwedê: Na. Ew aîdî şertan in.
Mêrik: Heval û malbata min e?
Xwedê: Na lawê min. Ew aîdî rêya tu meşiyayî ye.
Mêrik: Jina min û zarokên min in?
Xwedê: Na. Ew aîdî dilê te ne.
Mêrik: Wê demê bedena min e?
Xwedê: Na, na. Ew aîdî axê ye…
Mêrik: Wê demê sedîsed ruhê min e?
Xwedê: Tu şaşiyekê dikî lawê min. Ruhê te aîdî min e.
Mêrik: Hew sebir kir, bi çavên mişt hêsir û bi dilekî tirsok çente ji destê Xwedê girt û vekir…
Çente vik û vala bû…
Bi xemgînî, bi dilekî şikestî û bi kelogirî ji Xwedê pirsî:
-Ma ez ne xwediyê tu tiştî me?
Xwedê: Rast e. Tu ne xwediyê tu tiştî bû.
Mêrik: Wê demê çi yê min hebû?
Xwedê: Kêlîk(bîstik). Tenê bîstikên(kîlîkên) tu jiya yên te bûn.
Jiyan tenê kêlîkeke/bîstikeke.
Her bîstikê bijîn.
Ji her bîstikê hez bikin.
Û zewq û lezetê ji her bîstika jiyanê bigrin.
Jiyan bîstika tu tê da dijî, qedrê wê baş bizanibin…
Lê belê ev jî heye, bêdewletî koletî ye. Merivê bêdewlet ne xwediyê kêlîkek jiyana xwe ye.
Çimkî ne mervekî azad e.
Jiyana merivê bêdewlet, jiyaneke bindest e û ew jî nayê kişandin, her kêlîka(bîstika)wê eziyet e.
Heta meriv nebe ferdekî xwedî dewlet tu tahm û maneya jiyanê jî û mal û milkê dinyayê jî tuneye…

Inga kommentarer: