01 februari 2017

Zivistan û kultureke Wêranşarê ya wendabûyî


Min bihîst li Wêranşarê jî berf bariye û zarok kêf û şahiyê dikin. Berf li her derê zarokan dilşa dike.
Erdê Wêranşar dûz û berrî ye, lê ji ber ku Qerejdax li pişt e, bi ser da xûz e, lema jî berê her sal pir hindik Wêranşarê jî para xwe, nesîbê xwe ji berfa Qerejdaxl digrirt.
Lê di van salên dawî da berf êdî kêm dibare.
Bi minasebeta vê berfa barî ye, z dixwazim di vê nivîsa xwe da qala kultureke wêranşariyan ya zivistanê  bikim.
Ez dibêjim ev kultur li Wêranşarê êdî nemaye.
Berê zivistanan me li malan pûş radixist.
Wek nuha kalorîfer û ceyran tunebû, me pûş radixist, manqel û kursî dadanî û zarok diketin bin lihêfa kursiyê.
Me piştiyek pûşê zuha li hundur xênî pahn dikir, hin qerpal, kevn û kot davêt ji ser da û dû ra jî merş(cil, bermal) li ser radixist.
Ji bo ku pûş bi alî êşîgê da ji bin merşê derneketa û belav nebûya, me text, dar dida ber.
Pûş em ji serma erdê diparastin.
Gava meriv li ser dimeşiya pir dikir xişexiş. Bi tybetî jî destpêkê, dû ra ditemisî û xişîn kêm dibû.
Wê demê ceyran, kalorîfer tunebû û sobe jî zêde ne adet bû. Milet bi piranî xwe bi komirê germ dikir.
Soba me jî tunebû, zivistanan me manqel dadanî.
Me siniyek mezin dixist binê manqelê û em li dorê rûdiniştin û me xwe germ dikir.
Lê rojên pir sar û serma bûya, me kursî dadanî.
Kursî, çar nigên wek yên maseyekê, lê hinekî bilind bû, me dadanî ser manqelê û orxanek, beteniyek davêt ji ser da û em zarok li dorê dibûn helqe;  me dest û nigên xwe dikirin binî, ji bo ku em germ bibin.
Me ji viya ra digot me “kursî daniye”.
Baş tê bîra min, merşa(bermala)me reş û spî bû. Heger şaş di bîra min da nemabe sê tej bûn. Diya min li hewaşa li pişt xaniyê me, hewşa gorbuhuşta Leylo çêkiribû.
Hewşa Leylo pir mezin bû, du darên tu yê di hewaşê da hebûn. Yekê tuyên spî û yekê jî tuyên reş digrt.
Dara tuyên spî digirt tam li pişt xaniyê me bû, dareke pir mezi bû, tuyên wê û pelên wê diweşiyan ser xaniyê me û hewaşa me.
Havînan em ji derdê zarokên mehelê diketin êlemana Xwedê, tû dawdiwşandin ser xaniyê me, ji ser darê dadiketin ser xênî, teperepa wan rehetî nedida me.
Havînan wer şerê min û zarokan bû.
Wek min got hewşa xaltiya Leylo pir mezin bû. Di binê herdu darên tu yê da bîrek û cûniyekî mezin hebû.
Buhar û havînan hewş tu carî xalî nedibû.
Hinekan tevn çêdikir, hinekan dan dukuta.
Û hinekan jî av ji bîrê dikşand.
Wê demê ava belediyê tunebû, ava kanî û bîran tenê hebû. Piranî jî bîrbûn, ava Wêranşarê li ser bîran bû.
Hin havînan hin bîr dimiçiqîn, ji xwe li mehela Xincika bîr jî pir kêm bûn, pîrek û keçên mehela Xincikan dihatin ji bîra xaltiya Leylo av dibrin.
Yanî hewşa xaltiya Leylo buharan û havînan tim şên bû, jinên mehelê di bin siya daran da kom dibûn. Hinekan karê xwe dikir, tevn çêdikirin, teşî diristin, dan dikutan û hinekan jî ji xwe ra şêwr û mişêwr dikir. Gava dilê wan bixwesta çend zarok dişandin ser darê û ji wan ra tû dawdişandin.
Yanî kêf kêfa wan bû, dem û dewraneke pir xweş bû. Hevaltî, hezkirin bi hawakî din bû, ji nuha xweştir bû.
Ez bawer nakim li Wêranşarê êdî kes pûş radixe. Ez dibêjim ew kultur êdî nemaye. Û belkî nifşên nuh tew haya wan jî ji vê kulturê tunebe..
Lê di zaroktiya min da, ez dibêjim belkî heta salên 1970î jî me her zivistanê pûş radixist.
Dû ra buharê, gava dinya germ dibû me pûşê xwe radikir. Ev kar hemû pîrekan dikir. Peya(zilaman) destê xwe nedida tiştekî…..

Inga kommentarer: