02 februari 2017

Tiştê ji me tê hêvî ye û ew jî qurişekî nake…

Îro min ji mal fîrar kir û çûm bajêr.
Dostekê min ê kevn ê pir ezîz, Abdurezaq Feylê ji Kurdistana başûr hatiye, me hev û du dît.
Me ji xwe ra li kolanekê qahwexaneyeke xewle û sakîn dît û dest bi bîranînên rojên berê kir.
Ez û Abdurezaq Feylî ji salên 1980î û heta orta salên 1990î di Federasyona Komeleyên Kurdistanê û di gelek platformên cuda da bi hev ra xebitîn, gelek serpêhatî û bîranînên me yên xweş û tahl bi hev ra hene. Me îro ew rojên borî careke din yad kir.
Sohbetên wiha xweş û lazim in, enerjiyek tê bedena meriv, dilê meriv kêfxweş dibe.
Piştî avabûna Kurdistana Federe Abdurezaq Feylî vegeriya Kurdistanê û bû wezîr.
Nuha siheta wî hinekî ne li cî ye, pê ra şekir çê bûye û gurçikeke wî jî girtine. Hatiye him zarokên xwe bibîne û him jî kontrol bibe.
Helbet em ne tenê li ser rojên borî, em li ser rewşa kurdan, têkilî û gelşên nabêna partiyan jî peyvîn.
Min gelkî dixwest ji min ra qala tiştên umîdwar û xeberên xêrê bike, mizgîniya hin bûyer û xeberên xêrê bide.
Lê mixabin tu xebereke umîdwar neda min, qala hin hewildanan, hin xebatên, hin teşebusên YNKê kir, got em vala nasekin, lê belê gelş ji texmînên me jî kûrtir û mezintir in.
Mesele bûye dibê yek ya meziniyê bike, ya jî yek ji ber yekî daxwaza û bibêje bavo bira her tişt wek te be.
Gelşa esasî di nabêna Goran û PDKê da ye, heger ev herdu hêz li hev bikin, meclîs jî ewê vebe û yekîtî jî ewê çê bibe. Lê ew jî li hev nayên.
Bi baweriya min klîta çareseriya meselan di destê birêz Mesûd Barzanî da ye, bêyî wî kes nikane gelşa nabêna PDKê û Goranê hel bike.
Bêyî Mesûd Barzanî, Emerîka jî heger bixwaze kane roleke pozîtîf bilîze û zexteê bide ser herdu aliyan. Bi taybetî jî kane tesîrê li PDKê bike. Çimkî heta PDK şêla xwe neguhere mesele çareser nabe.
Tiştê ji destê me tê hêvî ye û ew jî qurişekî nake…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE