18 februari 2017

Erdogan dîsa şûrê ereban kişand û êrîşî kurdan kir

Erdogan li Erebîstana Suûdî ji kanala El-Erebiye ra gotiye:
”Piştî El Babê hedefa me Munbîç e. Ji ber ku Munbîç ciyekî aîdî ereba ye. Li wir nuha YPG heye, PYD heye. Dibê ew ji wir derkevin. Me ev yek berê ji emerîkiyan ra got. Me di dema Obama da got. Gotin vala kirin, ewê vala bikin. Lê belê vala nekirin. Nuha dibê wira vala bikin. Dibê ew der bi temamî teslîmî birayên min yên ereb bibe.”
Hûn dibînin mêrik çiqasî neyarê kurda ye, wek serokekî baasê li dijî kurdan şûrê ereban kişandiye û êrîşê kurdan kiriye.
Ji xwe tim wiha dike.
Çimkî li vê dinyayê tu kes ji kurdan bêtir ne dijminê Erdogan e...
Lema jî li dijî kurdan piştgiriyê dide her kesî. Ereb çi zulmê li kurdan bikin jî ew tim kurdan neheq dibîne.
Kurd gund û bajarên xwe ji destê Daîşê derdixin, ew bi vê yekê pir diqehere.
Munbîç bajerekî Sûriyê ye, tu têkiliya Tirkiyê û Erdogan bi Munbîçê tuneye.
Lê mêrik li gel vê jî li hemberî kurdan abûqatiya ereban dike û dibêje gerek kurd Munbîçê bidin ereban.
Çimkî derdê wî kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat. Li hemberî kurdan ew kane piştgiriyê bide îblîs jî.
Ereb û dewletên wan ne bes e, Erdogan jî li Sûriyê û li Îraqê li hemberî kurdan piştgiriyê dide wan.
Daîşê li Sûriyê û li Îraqê gelek gund û bajarên kurdan îşxal kirin, bi hezaran kurd qetil kirin, bi hezaran keç û jinên kurd ji xwe ra kirin kole.
Erdogan rojekê li dijî vê zulmê derneket û ji ereban ra negot ji erdê kurdan derkevin.
Lê ji kurdan ra dibêje ji Munbîçê derkevin!
Tu dibêjî qey Munbîç bajarê wî ye.
Kuro çi ji te ra li Sûriyê kurd û ereb çi dikin?
Derdê Erdogan tenê bi kurdan ra ye, ew tenê neyarê kurda ye, bira kurd nebin xwedî maf û welat, kî dibe bira bibe.
Mesele ev e.
Li gel vê neyartiya Erdogan û hukûmeta AKPê, hin kurdên neyarên qewmê xwe dîsa jî dev ji xulamtiya Erdogan bernadin. Kes jê ra nabêje tu çima wek baasiyekî şûrê ereban dikşînî û ji kurdan ra dibêjiî ji Munbîçê derkevin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE