16 februari 2017

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê xelkê

Dostekî min gotiye, ”Dema min dest bi dibistanê kir min bi tirkî nizanîbû. Nuha birayekî minê 6 salî heye bi kurdî nizane.”
Bi baweriya min ev ne sûcê dewletê ye, sûcê dê û bavê wî lawikî ye.
Sûcê malbatê ye.
Sûcê wî dostê min e.
Malbatê dev ji kurdî berda ye, tirkî kiriye zimanê malê.
Di vê yekê da tesîra faktorên derve hebe jî, lê sebebê esasî dê û bav e.
Berê bav û kalên me bi hemû zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivîn. Lema jî zarok kurdî fêr dibûn.
Berê jî em nediçûn mektebên kurdî.
Erê tesîra teknîka nuh, înternetê, medyayê, telewîzyonan filan û bîvanan heye.
Ev rast e.
Lê bi qasî wan, dê û bav jî sûcdar in.
Dê û bavên berê wek yên nuha ne evîndarên tirkî bûn, ji zimanê xwe fedî nedikirin.
Lema jî bi zarokên xwe bi kurdî dipeyivîn.
Lê dê û bavên nuha, ji ber ku dîplomayeke tirkî xistine bêrîka xwe, ji ber ku di ”apartmanan” da rûdinin, ji ber ku halê wan piçekî xweş bûye, êdî şerm dikin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Çimkî bûne bajarî…
Ji ber ku bûne bajarî êdî xwe ji kurdî dûr dixin.
Li gorî berê kurd pir polîtîze bûne, lê bi vê polîtîzebûnê ra zêde nebûne kurd, belovacî wê asîmîlasyon qebûl kirine.
Zarokên kurd berê di dibistanan da fêrî tirkî dibûn, nuha di malên xwe da fêrî tirkî dibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE