11 februari 2017

Bi gotegot ga naçe cot

Bi gotegot ga naçe cot. Tirk dibêjin ”bi zorê xweşikî nabe”!
Yanî meriv nikane bi zor, bi gotegotê, bêdil, bêdaxwaz tiştekî bi kesî bide hezkirin û kirn.
Di karê bêdil da xêr tuneye, bike jî lê dimeliqîne. Ji ber ku bi zor e berdewamî jî çê nabe…
Ez pir dixwazim hemû hevalên min yên facê dev ji tirkî berdin û bi kurdî binivîsin.
Yên nizanin baş xerab hinekî fêr bibin.
Carnan ji ber şerman hinek dibêjin baş e, emê dest pê bikin. Lê pir kêm kes dikin. Yên dikin jî dom nakin.
Helbetîstîsna hene, lê ez qala piraniyê dikim.
Ji bo ku hemû hevalên min bi kurdî binivîsin:
Ez pir dikim pitepit.
Wan ajîte dikim.
Dibêjim nivîsîna bi kurdî wacibekî me yê kurdayetiyê ye.
Di nivîsîna kurdî da pir israr dikim.
Rica dikim.
Rexne dikim.
Ji bo ku wan îqna bikim ji vir û ji wir numûneyan didim.
Pesnê kurdiya wan didim.
Ji ber ku çend gotin bi kurdî nivîsîne wan bi asîmanan dixim.
Lê dîsa jî pere nake, dîsa jî wek ez dixwazim nagihîjim armanca xwe.
Ji mecbûrî û ji şerman ji min ra bi kurdî dinivîsin, lê di rûpelên xwe da dev ji tirkî bernadin.
Çimkî bi xîç û xilikan, bi heriyê pêrgî li aşîtê nayê girtin.
Ne ku însan xerab in ya jî naxwzin, na, dixwazin lê belê xwestina wan, zixtên min nikane zora fêrbûna wan, zora asîmîlasyonê bibe.
Tesîr û rehên asîmîlasyonê gelkî kûr û saxlem in…
Çawa ku her kes nikane bi rehetî dev ji cixarê û alkolê berde, ji hinekan ra terapî lazim e; her wisa her kes nikane ji bandora tirkî jî xels bibe…
Ev rastiyeke tahl e.
Em bi qeherin, neqeherin piraniya însanên bi salan bi tirkî xwendine, bi rica û propaganda min dev ji tirkî bernadin, çend kes dev jê berdin jî piraniyeke mezin nikane dev jê berde.
Em çiqasî biqeherin jî, porê xwe birûçikînin jî ev îş wiha ye…
Gelek nas, dost, hemşeriyên min, hevalên min yên zaroktiyê ji ber ku nikanin bi kurdî binivîsin û ji ber ku ez jî bi tirkî bersîvê nadim wan, bi min ra nakevin têkiliyê, danûstendinên me çênabe.
Yanî ev îş pir zor e û heta kurd bi zimanê xwe nexwînin ne mimkûn em kanibin zora asîmîlasyonê bibin.
Belovacî wê, heger kurd li Tirkiyê nebin xwedî statu û bi kurdî nexwînin em çi bikin jî asîmîlasyon ewê kurdî bihelîne, biqedîne…
Emê jî bibin wek lazan, bibin kurdên zimanê wan tirkî…

Inga kommentarer: