08 december 2016

We bi dayikên tirkînezan zarokên kurdînezan dan mezinkirin



"We bi dayikên tirkînezan zarokên kurdînezan dan mezinkirin. 

Û nuha jî hûn bi pîrikên(dapîr û bapîrên)tirkînezan neviyên kurdînezan didin mezinkirin."

Yanî umrê kurdî çend sal, herî zêde du nifşên din maye, nuha di komayê da ye, 15-20 salên din êdî emê kanibin bibêjin rahma Xwedê li zimanê kurdî be û bira serê kurdên bêxîret, kurdên Tirkiyecî, kurdên evîndarên tirkî, kurdên xizmetkarên tirkan û zimanê tirkî sax be…


Meriv ji zimanê xwe hez neke ji welatê xwe û ji qewmê xwe jî hez nake.
Kesê zimanê tirkî di ser kurdî ra bigre, tirkan di ser kurdan ra digre, kurdan biçûk û tirkan jî mezin dibîne. Lema jî kurdî fêr nabe, heger zane bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyive.

Çimkî dixwaze ji kurdayetiyê xelas bibe, kurdayetî ji wî ra bûye bar, dixwaze ji zarokên wî ra nebe bar.
Lema jî kurdî fêrî zarokên xwe nake…

Her kes zane hedefa dewleta tirk asîmîlasyon e, yanî dixwaze bi riya asîmîlasyonê kurdan bike tirk.
Hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd vê nêt û hedefa dewleta tirk zanin.

Lê ji dêlî ku li dijî vê armanc û plana dewleta tirk derkevin, ji dêlî ku di zimanê xwe da israr bikin, bi axaftina bi tirkî ew jî dibin alîkarê dewletê

Heta ji dewletê bêtir ew zirarê didin kurdan, çimkî yê di praktîkê da zarokên kurdan di malênji wan da asîmîle dike ne dewlet e, kurd bi xwe ne, berî dewletê ew dest bi helandina kurdan dikin.

Lê asîmîlasyon êdî bi dilê milet e jî, milet jî êdî ji asîmîlasyonê û ji tirkî û tirkbûnê ne aciz e. Ya na ewê kesên kurdînezan nekirana serok, rêber û nûnerê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE