Pispor, siyasetmedar û robakbîrên tirk, ji bo çi li Crablûsê û li El Babê ne, ji bo çi ew der îşxal kirine her roj li ber xerîteyên Kurdistana rojava di telewîzyonan da minaqaşe dikin.
Mêrika vekirî dibêjin dibê em nehêlin Efrîn û Kobanê bigihîjin hev, dibê em nehêlin li Kurdistana rojava yekîtiya axa Kurdistanê çê bibe û ew şerîd ji Dêrika Hemo heta bi Efrînê têkeve destê kurdan.
Ji bo ku kanibin rê li ber çêbûna Kurdistaneke mezin û yekbûyî bigrin ji nuha da tedbîrên xwe digrin.
Yanî vekirî û eşkere dibêjin ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf, ji bo hemû erdê Kurdistanê nekeve dstê kurdan, wan Cerablûs û li El Bab îşxal kiriye.
Lê kurdên dewletê yên li wan guhdarî dikin, kurdên çahş û xwefiroş li hemberî van gotin û planên tirkan yên vekirî xwe li nezaniyê, heta xwe li kerîtiyê datînin.
Fena ku ji van gotinên tirkan, ji vê neyartiya tirkan ya bi kurdn ra qet tiştek fêm nekiribin hereket dikin.
Yanî ji ber bêxîretî û cahşîtiyên xwe, xwe li kerîtiyê datînin û ji faşîstên tirk ra, ji tedbîrên wan yên li hemberî kurdan ra li çepikan dixin.
Kurdê carê bûye şelaf û koleyê tirkan, tirk çi bikin û çi bibêjin jî tamara namûsê tê hilnayê.
Çimkî carê kumê bênamûsiyê da ye serê xwe…
Erdogan jî îro dîsa got, ewê nehêlin li bakurê Sûriyê
dewleteke kurd ava bibe !!!
Serokê Tirkiyê Erdogan, dijminatiya xwe ya bi kurdan ra
careke din eşkere kiriye û gotiye ewê tu carî nehêlin li Sûriyê kurd bibin
xwedî dewlet.
Erdogan wiha gotiye:
Erdogan wiha gotiye:
”Derdê wan çi ye? Li bakurê Sûriyê dewleteke nuh ava bikin.
Emê destûrê nedin avabûna dewleteke wiha. Dibê ev wisa were zanîn. Dibê ev wisa
were zanîn…”
Serokkomar Recep Tayyip Ahmet Erdogan
2016-12-24
Serokkomar Recep Tayyip Ahmet Erdogan
2016-12-24
A Daîşê Erdogan li Sûriyê li hember şer dike ev e, a sebebê
îşxala Cerablûsê û El Babê ev e.
û kurdiyê viya nebîne û fam neke jî ker e.
Heta ji keran jî kertir e...
û kurdiyê viya nebîne û fam neke jî ker e.
Heta ji keran jî kertir e...
Ez van gotinên Erdogan diyarî hemû perlamenter û wezîrên
AKPê yên kurd, diyarî hemû endam û hevalbendên AKPê, diyarî hemû cahşan û
xwefiroşên û tajiyên li ber deriyên Erdogan dikim..
Kurdê hîn jî di nava AKPê da bimîne, hîn jî ji Erdogan ra li
çepikan xe XAYIN e, xwefiroş e, cahş e û bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar