18 december 2016

Çima hûn hewqasî zalim û xedar bûne


Çaxa polîs û leşkerekî tirk tê kuştin medyaya tirk qiyametê radike.
Bi sedan telewîzyon, rojname û malper bi rojan bûyerê dramatîze dikin, hezar û yek derewê û çîrokê pê ve dikin…
Heta ji wan tê hestên însanan û civatê îstîsmar dikin û heta ji wan tê li hemberî kurdan kîn û nefretê di dilê tirkan da diçînin.
General û giregirên dewletê qor bi qor bi qor di merasima cenazede rêz dibin, nutqên hamasî yên pir dilşewat dixwînin.
Ji bo ku însan werin galayanê her riyê, her tahrîkê, her bêbaviyê bi kar tînin.
Di telewîzyonan da bi rojan girî û hawara dê û bavê yê hatiye kuştin, yê malbatê nîşan didin.
Heger hebe gotineke zarokekî biçûk, tevgereke gedeyekî malbatê îstîsmar dikin.
Efendim pîreka wî bi halkî(ducanî) bû, piştî hefteyê ewê biwelide.
Efendim dergîstî bû.
Efendim nuh zewicî bû.
Hefteyek, rojek ji teskereya wî ra mabû.
Welhasil bi rojan hezar û yek çîrokê li hev radigirin û  îstîsmara hestê mirovan didomînin û civatê li hemberî kurdan tahrîk dikin.
Ê heger mirin bi we hewqasî zor e, heger hûn nikanin vê netîceya şer qebûl bikin, wê demê şer nekin, wê demê mafê kurdan bidin û şer rawestînin.
Hûn kînga bixwazin kanin şer rawestînin û rê li ber kuştina zarokên xwe û yên kurdan bigrin.
Bira ne zarokên kurdan werin kuştin û ne jî yên tirkan.
Bira ne dayikên leşker û polîsên tirk bigrîn û ne jî dayikên gerîlayên kurd.
Bira ne zarokên leşker û polîsên tirk swê bimînin û ne jî yên gerîlayên kurd.
Dibê hûn qebûl bikin ku dê û bavên gerîla jî însan in, hestên wan jî heye, dilê wan jî ji bo zarokên wan dişewite.
Lê hûn qebûl nakin kurd şîna zarokên xwe jî bikin, hûn destûrê nadin kes here şîna cîranê xwe, dostê xwe, hevalê xwe.
Hûn nahêlin xal here şîna xwarziyê xwe, ap here şîna biraziyê xwe.
Hûn nahêlin kurd cenazeyên xwe bi roj rakin, hûn nahêlin mele li ser cenazeyê zarokên kurdan duayekê bixwîne.
Hûn dibêjin gerî ne însan e, dibê dê û bavê gerîla termên zarokên bavêjin ji ber kûçikan da.
Hûn termên zarokên kurdan ji gorên wan derdixin.
Hûn gorên zarokên kurdan bi bêûjdaniyeke mezin tahrîb dikin.
Çimkî hûn pir û pir bêûjdan bûne.
Tiştê hûn dikin, tiştê hûn tînin serê kurdan, heqaret û zulma hûn li kurdan dikin hovîtiyeke bêemsal e.
Lê hûn bi vê hovîtiya xwe, bi vê barbarî û zalimiya xwe îftîxar dikin.
Hûn nabînin we însaniyeta xwe ji bîr kiriye…
Gava leşker û polîsên we gerîlayekî kurd dikujin hûn hemû dikin cejn, hûn hemû ji kêfan direqisin.
Jimara gerîlayên hatibin kuştin çuqasî zêdebe, hûn hewqasî pê kêfxweş dibin.
Ev sadîzm e.
Gava bi dehan, bi sedan zarokên kurdan tên kuştin, empatî li ba we dibe sifir, hûn qet nafikirin ku gerîlayên hatine kuştin jî  wek leşker û polîsên tirk însan in, dê û bavên gerîlayên kurd jî hene.
Wek dê û bavên tirk, ew jî li ber kuştina zarokên xe dikevin, dilê wan jî dişewite.
Bi qasî ku ez dibînim hûn gerîla, dê û bavê wî/wê, malbata wî, xweşik û birayên wî/wê qet ji însanan nahesibînin.
Xemgînî û giriyê dê û bavên kurd we kêfxweş dike, çimkî kîn û nefreta ji kurdan bi we ra însaniyet nehîştiye…
Gava hûn xebera bi sedan, bi hezaran zarokên kurdan bi kêfxweşîyeke mezin belav dikin, gava ji ber van qetlan hûn leşker û polîsên xwe pîroz dikin, hûn qet bîr nabin ku kurd jî însan in, hestên wan jî heye, wek we,  ew jî li ber mirina zarokên xwe dikevin.
Li hemberî kuştina bi sedan, bi hezaran keç û lawên kurd, hûn empatiyeke bi qasî meriv ji bo kuştina kûçikekî bêxwedî nîşan dide, nîşan nadin.
Wek însan, wek medya, wek dewlet, wek hukûmet, wek milet, hûn pir bêûjdan û bêmerhemet bûne.
Hûn pir zalim û xedar bûne û ev bêmerhametî û zalimiya we kurdan jî fêrî zalimbûnê dike…

XXX
Li gorî Rûdaw dinivîse, berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen gotiye ”wan hemû avahiyên xwe yên li bajarên Tirkiyê vala kirine.”
Gaveke baş û di cî da ye. Dibê kurd dev ji partiya Tirkiyê berdin û li Kurdistanê xwe organîze bikin.
Hemû êrîş di bin kontrola dewletê da dibe. Tirk naxwazin kurd li Tirkiyê bijîn, dixwazin hemû kurdan biqewirînin. Dibê kurd vê rastiyê bibînin û siyaseteke li gorî wê realîteyê bimeşînin.

Inga kommentarer: