13 september 2016

Xwedîdewletan nehîştin Hatîp Dîcleyê bêdewlet here şirnexê û cejna şirnexiyên di çandiran da pîroz bike…



Leşkerên dewleta tirk li Şirnexê riya hevseroka HDPê Fîgen Yuksedagê û serokê DTKê Hatîp Dîcle birîne û nehîştine herin cejna şirnexiyên li welatê xwe û li bajarê xwe bûne mahcir û di çandiran da dijîn pîroz bikin.
Fîgen Yuksekdag parlamenter e, lê leşkerek nahêle ew here Şirnexê.
Helbet tiştê leşkeran kirine teror û zorabtiyeke mezin e, meriv gelkî diêşîne.
Lê bi baweriya min baş kirine, çimkî Hatîp Dîcle û Fîgen Yuksekdagê ji zû da ye ev muamele, ev heqaret heq krine.
Çimkî ew dewleteke kurd naxwazin, dibêjin ji kurdan ra dewlet nelazim e.
Gava meriv dewletê nexwaze û ”fikrê dewleta kurd bavêje ser sergoyê dîrokê” ewê netîceya ev be.
Yên xwedî dewlet nahêlin yên bêdewlet li welatê xwe bigerin û cejna hev jî pîroz bikin.
Çimkî dewlet ya wan e.
Mafê yên bêdewlet tenê koletî ye.
Û kole jî mecbûr in rîayetî emir û fermanên kesên xwedî dewlet bikin, kesên bêdewlet dibê hedê xwe bizanibin.
Hatîp Dîcle wek tirkekî ne xwedî maf û azadî ye, ew wek merivekî bindest kole ye û lema jî dibê bindestî û koletiya xwe tu carî ji bîr neke û xwe wek tirkekî azad nebîne…
Heger piçek meju û xîret bi Hatîp Dîcle û hemû kesên dewleteke kurd naxwazin ra hebe, mabe, ev heqareta leşkerên tirk, ev çavsoriya tirkên xwedî dewlet besî wan e.
Dibê ji vê heqaretê, ji vê çavsoriya tirkan îbret û dersekê bigrin û careke din jî nebêjin ew dewleteke kurd naxwazin.
Ji ber ku nexwestina dewleta kurd qebûlkrina bindestiyê û koletiya tirka ye.
Yên dewleta kurd nexwazin û bibêjin ji kurdan ra dewlet ne lazim e, "me fikirê dewleta kurd ji zû da ye avêtiye ser sergoyê dîrokê", dibê xwe ji vê heqareta tirkên xwedî dewlet xwe aciz nekin.
Ev îş wiha ye, gava meriv bindest û bêdwlet be, azadiya meriv ne di destê meriv da ye, di destê kesên xwedî dewlet da ye
Diyar e Hatîp Dîcle îro ev qaîde ji bîr kiriye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE