21 september 2016

Weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye



Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya konseya Neteweyên Yekbûyî da gotiye ”Bi operasyona Mertala Ferêt çavê wan me li axa tu welatî ye.”
Helbet ev vir û demagojî ye.
Heger bi rastî çavê we ne li axa tu welatî ye, wê demê çi îşê bi hezaran leşkerên we li Sûriyê û li Îraqê heye?
Çima hûn bi tank û topan ketine axa Sûriyê û Kurdistanê?
Heger çavê we di axa tu welatî da tuneye, ev 22 sal in bi hezaran leşkerên we li Kurdistana başûr in. Li Selaheddîn, Hewlêrê, Silêmaniyê. Zaxoyê, Duhokê, Amediyê, Diyanayê, Batûfayê Kanimasî(tabûreke komando), Bamernê(tabûreke zirxî), Başîkayê, Kerkûk û Telaferê bi hezaran leşker, qomando û tîmên çi karî dikin û ji bo çi çûne li van deran bi cî bûne?
Kes ne zarok e, weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye û bi taybetî jî di axa kurdan da.
Û lema jî we bi tabûran leşker, tîm û komando li 10-12 derên Kurdistana başûr bi cî kirine.
Û ne kurd dengê xwe dikin û ne jî ereb. Vê tirsonekiyê û bêdengiya kurd û ereban cesaret da we û lema jî piştî Îraqê, nuha jî we axa Sûriyê îşxal kir.

XXX
Cahil pesnê xwe dide û ji pesindanê hez dike
Medyaya tirk medyayeke pir cahil, rezîl, şelaf û ji medeniyetê bêpar e, tam wek dezgeheke mafîayê dixebite.
Ji bo axaftina Erdogan ya di civîna Neteweyên Yekbûyî da di sernivîsên xwe da gotine:
”Erdogan dersa însaniyetê da Neteweyên Yekbûyî”.
Û ji bo sohbeta wezîrê karên derve yê Emerîkayê Kerry ya li ser nigan bi Erdogan ra jî gotine:
”Kerry çû ber nigê Erdogan”!
Sînorê cehaletê tuneye…
Manşetên wiha, gotinên wiha ne yên merivên bi kultur û medenî ne, ancax merivên civatên paşdamayî, merivên dinyanedîtî, merivên bi kompleks tiştên wiha bibêjin û fortên wiha pişika xwe binepixînin…
Kesên ev manşet nivîsîne kesên quruşo ne, ji bo ku Erdogan çend quriş pere têxe mista wan şelafiyên wiha dikin.
Û helbet kêfa Erdogan jî ji pesnên wiha rat ê, ew jî dixwaze şelaf pesnê wî bidin, halanan tê hildin û bi derewan wî mezin bikin.
Ji ber ku hewcedariya wî ji pesnên wiha ra heye, lema jî dixwaze tim pesnên wiha ji der û dora xwe bibihîze û pê egoya xwe tatmîn bike.
Bi taximê reş û qerawêtê meriv medenî nabe, ji bo vê, exlaq û kultureke medenî lazim e û ew jî bi tirkan ra hîn çê nebûye…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE