13 augusti 2016

Tirk dewleta xwe reorganîze dikin û naxwazin kurdan nas bikin



AKP, CHP, MHP di bin pêşengiya AKPê da dewleta tirk ya kemalîst, faşîst û antî-kurd ji nuhve reorganîze dikin.
Li gel ku HDPê 6 milyon ray girtiye û di meclîsê da partiya sêyem e jî, tirk, her sê partiyên tirk HDPê nagrin nava xwe, naxwazin HDP bi wan ra beşdarî amadekirina qanûna esasî ya nuh yanî reorganîzeya dewleta tirk bibe.
Ev înakra miletê kurd e
Ev ambargoya partiyên tirk ya li ser HDPê ambargoya li serî miletê kurd e.
Bi qebûlnekirana HDPê û dawetnekirina partiyên kurd yên din, ev her sê partîyên tirk dibêjin em qebûl nakin kurd, heta kurdên tam xwe kurd qebûl nakin û Kurdistanê naxwazin jî di reorganîzekirina dewleta me da bibin xwedî gotin.
Bi kurtî tirk ji kurdan ra dibêjin ev dewlet ya tirkan e, lema jî em qebûl nakin kesên ne tirk, yanî kurd jî wek tirkan bibin xwedî gotin û xwedî maf û bi tirkan ra şikil bidin dewleta tirk.
Ev dewlet ji roja ava bûye dewleta tirk e û ewê dewleta tirk bimîne.
Kurdên xwe kurd dibînin û ji bo kurdan doza mafên netewî dikin dibê vê şêla AKPê, CHPê û MHPê yanî şêla tirkan rast û baş fam bikin û êdî dev ji çîroka ”biratiya tirk û kurdan” û xeyala ”jiyaneke bi hev ra” berdin.
Û her wisa dev ji HDPê û projeya partiya Tirkiyê jî berdin. Wek kurdên başûr partiyên xwe, partiyên kurd ava bikin û ji bo kurd û Kurdistanê bibin xwedî program.
Çare partiya kurd û Kurdistanî ye, programeke kurd û Kurdistanî ye.
Tirk naxwazin kurd bi wan ra bibin xwediyê dewletê û eynî mafan. Tiştê ew difikirin û dixwazin bindestmana kurda ye, dibê kurd wek nuha bindest bimînin heta ku dihelin, dibin tirk….
Tiştê tirk, Erdogan, AKP, CHP û MHP ji bo kurdan difikirin ev e…


Hinek kanin bibêjin HDP ne partiyeke kurd e rast e û ji xwe ew bi xwe jî dibêjin, lema jî beşdar bibe ewê çi were guhertin ku?
Rast e, lê belê HDP ne partiyeke wek MHPê, AKPê û CHPê ye jî û wek wan li mesela kurd nanêre.
Dibê em vê ferqê jî bibînin.
Yanî ne partiyeke kurd be jî, lê belê dîsa jî ji van hersê partiyan baştir e û ji bo kurdan hin mafan, hin tiştên ji wan bêtir dixwaze.
HDP çiqasî ne partiyeke kurd be jî, lê dîsa jî daxwaz û pêşniyarên wê, ewê ne wek yên MHPê, AKP û CHPê bin, ji bo kurdan miheqeq ewê hin daxwazên ji van partiyan pêşdatir bike.
Lema jî tirk naxwazin partiyeke wek HDPê jî bigrin nava xwe. Çimkî naxwazin mafekî herî biçûk jî bidin kurdan.
Kesên HDPê qebûl nekin, nexwazin bi HDPê ra li ser pêşeroja Tirkiyê bipeyivin, kurdên din ji xwe qet qebûl nakin, wan ebeden nakin şirîkên dewleta xwe.
Ev yek.
Û ya din jî HDP çi be jî, sedîsed partiyeke tirk be jî, nîhayet partiyeke legal û demokratîk e û 6 milyon ray girtiye. Afarozkirina HDPê şêleke antîdemokratîk e û neyarane ye...
Dibê meriv vê ambargo û afarozkirinê krîtîk bike û ji vê şêla tirkan ji xwe ra netîceyekê derxe.
Yanî tirk naxwazin hebûna kurdan jî qebûl bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE