23 juli 2016

Hukûmetê berê xwe da kurdan û dezgehên kurdan jî



Polîsên dewleta tirk îro li Diyarbekrê girtin ser koleja Dîcle Firat ya Abûqat Sabahatîn Korkmaz û girtin.
Min texmîn dikir ewê wiha bibe, hukûmet ewê berê xwe bide kurdan jî, ewê bixwaze kurdan jî baş basko bikin.
Ev îşareta wê yekê ye ku kurdên demokrat, azadîxwaz, yên ku ji Erdogan û AKPê bêtir li dijî tevgera Gulen in, ewê jî bibin hedefên operasyonên dewletê.
Diyar dibe ku dijberiya cûntayê û Gulen têrê nake, Erdogan ewê hemû hêzên demokrat û azadîxwaz jî bipelixîne.
Girtina Koleje Dîcle û Firat sînyala vê siyaseta AKPê ya rojên pêş e û îşareteke metirsîdar e.
Heger ne wiha bûya Koleje Dîcle û Firat dibê tu carî marûzî operasyoneke wiha nebûya û nehata girtin. Ji ber ku hukûmet Sabahatîn Korkmaz baş nas dike.
Ji bo hemû kurdan û hêzên kurd girtina Koleja Dîcle û Firat îşareteke pir tahlûke û pir xerab e, lema jî dibê hemû hêz, hemû şexsiyet û partiyên kurd bi hev ra li dij vê girtinê derkevin û protesto bikin.
Sibe ewê dor were girtina partiyên kurd jî, girtina endam û berpirsiyarên van partiyan jî.
Lema jî nuha da şêla bi hev ra pir muhîm e, dibê hukûmet vê yekîtiya kurdan bibîne.
Koleja Dîcle û Firat dibê neyê girtin, kar û xizmeta xwe bidomîne. Ez girtina Koleja Dîcle û Firatê şermezar dikim.
Gelek kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û xwedêgiravî kurdperwer in, lê hîn jî di nava AKPê da ne, dibê ev kurd jî li dijî girtina Koleja Dîcle û Firatê derkevin û li hemberî vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan bidin.



XXX
Siyaset ji xwe karekî pir zor e, lê siyaseta kurdan ekstra zortir e. Wek her sinetî dibê meriv ji siyasetê jî fêm bike, gelê xwe û dijminê xwe nas bike, psîkolojiya însan bizanibe û pêşiya xwe bibîne.
Û weke her karî di siyasetê da jî cidî be, siyaset ne lîstik e û ne jî henek e. Jê ra cidîyet û îstîkrar lazim e. Dibê meriv bizane kînga çi bike û çi neke, kînga bajo ser neyar, kînga xwe bide alî û kînga baz de.
Di siaysetê da li gel gelek meziyetan dibê meriv zîrek û cesûr be. Di siyasetê da tirsonekî zeafekî pir xerab e.
Di nava kurdan da gelek kesên ne ehlê siyasetê ne, ji siaysetê bi qasî misqalekî fam nakin, lê di siyasetê da sergovend in.
Lema jî gavekê pêş da û du gavan paş da davêjin. Lema jî nek in dibin û ne jî dirêj, ne xurt dibin û ne jî diqedin…
Tenê nav e. Yanî navî giran e, warî wêran e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE