12 mars 2016

Tirk ji kêfan destên xwe hine dikin

Her cara ku dewlet ji bo wêrankirinê û qetlîaman navê qezeyake nuh dibêje, medyaya tirk, partiyên tirk, civata tirk ji kêfan difirin, dikin zilxit û dilîrînin.
Wek fermana ermeniyan, bi fermana kurdan jî miletê tirk, medya û partiyên tirk pir kêfxweş in. Çimkî tirk ji berê û ber da mirovên talankirin, her talan hemû ferdên civatê, wek gurên nêçîrekê bikin kêfxweş dike.
Vê dewletê ermenî di germbola Şerê Cîhanî yê Yekem da qetil kirin, îro me kurdan jî di germbola koçberan da qetil dikin.
Ji ber ku li Cizîrê, li Sûrê, li Hezexê û li gelek bajarên din çend sed kurd kuştin, çend bajar bi ser serên kurdan da hedimandin Erdogan, Davutoglu pişika xwe dinepixînin û di her fersendê da dilşadiya zafera xwe ya li hemberî kurdan didin der.
Lê ev destpêk e, dawî ewê çawa biqede hîn ne diyar e...

XXX

A ji we ra, çeteyekî êsîr ketiye destê YPGê gotiye biryara êrîşên ser taxa Şêx Meqsûd û taxên Kurdan yên Helebê ji alî Tirkiyê ve hat dayin.
Tirkiyê emir daye Eniya El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên çekdar yên girêdayî Dijbereya Sûriyê, ji bo ku li hemberî kurdên wan taxan dest bi şer bikin.
Ev jî careke din jî îspat dike ku Tirkiyê dest bi şerekî li hemberî hemû kurdan kiriye, çi bi riya Daîşê û Nusra û Ehrar El-Şam û çi jî bi rasterast bi artêşa xwe.
Lê kesên ji pişt perdê çeteyên Daîşê, Nusrayê û Ehrar El-Şamê jî sewq û îdare dikin jî qumandarên tirk e.
Ji xwe çeteyê hatiye girtin jî gotiye ”di nava me da fermandeyên leşkerî yên Tirk hene.”

XXX


Tirk hêza xwe, mêraniya xwe nîşanî me didin. Ji bo ku em koletî û mezinahiya wan qebûl bikin.
Tirkan tiştê anîn serê ermeniyan dixwazin bînin serê me kurdan jî.
Û wa ye destpêkirine jî.
Kurdên hîn jî bi AKPê û hukûmetê ra ne ew jî şirîkê van qetlîaman in.
Yê kurd be dibê li dijî vê terora dewlerê bêdeng nemîne. Yê dengê xwe neke, li hemberî van êrîşên dewletê xwe kerr û lal bike cahş e, neyarê qewmê xwe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE