15 mars 2016

Heta ku AKP û Erdogan li ser hukim bin li Sûriyê aştî mimkûn xuya nake



Hevdîtinên aştiya Sûriyê do li Cenevreyê dest pê kir. Gelek kes ji rawestandina şer û ji peymaneke aştiyê umîdwar in. Şansê lihevkirinê û aştiyê zêde dibînin.
Lê ez bi xwe ji rawestandina şer û çêbûna aştiyê zêde ne bawer im, pir zor dibînim, di vî warî da ne optîmîst im.
Sebebê vê reşbînîya(pesîmîstiya)min îktîdara AKPê û serokkomariya Erdogan e.
Bi dîtina min, heta AKP li ser hukim be û Erdogan jî serokkomarê Tirkiyê be li Sûriyê ne şer diqede û ne jî aştî çê dibe. Ez bi xwe pir zor dibînim.
Ji bo ku li Sûriyê şer biqede û aştî were dibê AKP û Erdogan ji ser hukim da bikevin. Bi baweriya min heta ku AKP û Erdogan ji ser hukim da nekevin aştî maştî nayê Sûriyê û şer jî ewê tu carî neqede, teşxele û tevlihevî ewê her berdewam be, heta ku Erdogan dikeve.
Çimkî Erdogan ewê tu carî bela xwe ji kurdan û ji Esad veneke, ji bo ku Esad bixwîne û nehêle kurd li herêma xwe bibin desthilat di bin ra ewê tim alîkariya hêzên cîhadîst bikin.
Lema jî aştiya Sûriyê girîdayî ketina AKPê û Erdogan e, heta ew nekevin li Sûriyê tu carî ewê rehetî û aramî çê nebe...

XXX


Li Sêwasê tu otêlê Amed Spor qebûl nekiriye.
Ji bo maça Sêwas Belediyesporê, Amed Spor îro çûye Swêsa. Lê li Sêwasê tu otêlê cî nedaye wan. Lema jî bi zor li otêleke 40 km ji bajêr dûr cî dîtine.
Kurd veqetandinê û dewletê naxwazin, bi tiştên wiha tirk me mecbûr dike, dibêjin em naxwazin bi we ra bijîn.
Çara me dewletbûna, ya na halê me ewê tim wiha be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE