27 mars 2016

Ferqa me û cihûyan



Telewîzyona Swêd programeke, fîlmekî  belgeyî bi navê Shoah li ser komkujiya cihûyan(yahûdiyan, mûsewiyan)ya dema Hîtle nîşan dide.
Li Almanyayê, li Polonyayê kesên bûne şahidên komkujiyê didin peyivandin, însan qala tiştên dîne, tiştên bûne şahid dikin, cihûyên êsîr çawa qeydkirî anîne nava gund, çawa xistine dêran, çawa kuştine, çihûyên dizanîbûn diçin mirinê çawa kirine qêrîn û hawar…
Û însanan çawa li wan temaşe kirine û newêrîbûne dengê xwe bikin…
Rast e cihûyan pir kişand, gelek zulm û qetlîam dîtin. Lê dawiya dawî bi saya biaqilî û zîrekiya xwe heyfa xwe ji hemû zaliman girtin û bûn xwedî dewlet.
Û nuha jî di vê cejna Paskalyayê da dinya bi hurmeteke mezin qala serpêhatiya wan dike, qala zulma li wan bûye dike û civatê ji vê dîrokî agahdar dike.
Esas tiştê di dîrokê da hatiye serê kurdan ji yê cihûyan qet ne kêmtir e, lê ji ber ku em ne cihû ne, ji ber ku em nebûne xwedî dewlet kes qala serpêhatiye me, qala komkujiyên di dîrokê da hatine serê me nake.
Em dev ji dîrokê berdin, tiştê ereb û tirk îro, a nuha li Sûriyê û li Tirkiyê tînin serê me ji jenosîda cihûyan ne kêmtir e.
Lê ji ber ku em kurd in û miletekî bextreş û bêkes in kes dengê xwe nake, kes ji dewleta tirk ra nabêje hûn çima vê wahşetê tînin serê kurdan?
Ereb û tirk bi tank û topan, bi rakêtan gund û bajarên me wêran dikin, keç û xortên me, cahilên me bi kîtlewî înfaz dikin, gel bi sedhezaran bi çol û çepelan dixin, jinên me, keçên me ji xwe ra dikin kole û li mazatan difroşin. Wek berxan serê me jê dikin.
Yanî dikin û dikin. Her zulmê, her barbariyê pir vekirî, pir eşkere li me dikin…
Qet natirsin, qet venaşêrin.
Heta reqlama wahşeta xwe jî dikin, bi medya sosyal li dunyayê jî belav dikin. Dixwazin her kes bibîne ku ew çi tînin serê kurdan.
Lê ji ber ku em ne cihû ne û dewleta me tuneye kes qala vê zulma tirk û ereb li me dikin nake, kes vê zulmê di telewîzyonên xwe da nîşan nade.
Erê cihûyan pir kişandin, neheqiyên pir mezin dîtin, lê axirê mêrikan bûn xwedî dewlet.
Gelo emê jî rojekê wek cihûyan bibin xwedî dewlet?
Geleo dinya ewê rojekê qala zulma li me jî bûye bike û di telewîzyonan da nîşan bide?
Ez naxwazim bêhêvî bim.
Hêvî dikim em jî ji bin vê zulma ereb, tirk û farisan xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Lê belhazir ez aqilê bi cihûyan ra heye bi me kurdan ra nabînim.
Em kurd bi comerdiyeke mezin xwe didin kuştin, xwîna xwe diherikînin, lê belê di siyasetê da em nagihîjin nenûka cihûyan, em sifir in.
Bi vê siyasetê, bi vî aqilê sivik em xwe çiqasî bidin kuştin jî wek cihûyan em nabin xwedî dewlet.
Cihû ji xwînê bêtir, bi saya aqilê xwe, bi saya jîrî û zîrekiya xwe bûn xwedî dewlet…
Û him jî li hemberî îtîraza 22 dewletên ereb û hemû cîhana musilman.
Lê em ne ji dîroka xwe û ne jî ji dîrok û tecrûbeyên cihûyan ders negirtiye.
Em bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, îspata vê jî siyaseta PKKê ya xendekan e. Bi salan, bi xebat û fedekariyên mezi tiştê bi kevçî kom kiribû, nuha bi heskê belav dike, tarûmar dike…
Bi vê siyasetê bira rizgarbûna me li wir bimîne, em ji tirkan ra pir xerab avêtin erdê û dibêjin baş pê li serê me kin….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE