21 mars 2016

Di nabêna MHPê û AKPê, Bahçelî û Erdogan da tu ferq nemaye




Ji bo ku meriv bibîne di nabêna AKPê û MHPê da, di nabêna Devlet Baçeliyê faşîst û serokkomar Erdogan da tu ferq nemaye, heta Erdogan(û Davutoglu jî) çend dereceyan Bahçelî derbas kiriye, ji Bahçelî bêtir neyartiya kurdan dike ne hewceye meriv pisporê siyasetê be.
Her tişt eyan beyan e, Erdogan roj bi roj bi siyaseta xwe ya irqçî û antî-kurd dibe Bahçelî, heta Devlet Bahçelî bêmane dike.
Lema Erdogan doza hevkariyê li MHPê kiriye û gotiye, ”di nabêna MHPê û AKPê da ne mişterekên asgarî, mişterekên azamî hene.”
Rast e, êdî tu ferqeke siyasî û îdeolojîk di nabêna MHPê û AKPê da nemaye, her du partî bi rehetî kanin yekîtiya xwe çêkin…
Li Tirkiyê şêla însanan ya li hemberî mesela kurd, li hemberî çareseriya mesala kurd eyarê însanan yê rastî derdixe ortê. Ya dike merivekî nîjadperest û faşîst û şerxwaz ya jî dike merivekî demokrat û terfdarê diylogê û çareseriyê.
Erdogan carê bûye neyareê miletê kurd, lema jî her ku here ewê hartir û şerxwztir bibe, ewê tam bibe faşîstekî har û gurekî devbixwîn. Ji xwe wa ye ji nuh da bûye û derabes jî kiriye….
Lema jî banga Demirtaş û Karayilan ya diyalog û aştiyê xeyalekî vala ye, Erdogan bi PKKê, HDPê û kurdan ra tu aştî maştiyê çênake. Heta jê were ewê şerê li hemberî PKKê gurr bike, bajo ser PKKê û HDPê û bixwaze PKKê tasfiye bike, bi kêmanî baş ji hêz da bixîne.
Ji bo wê jî dibê PKK piştî vê saetê êdî tu hêviya diyalogê û destpêkirina hevdîtinan ji hukûmeta AKPê neke.
Ji ber ku AKP, hukûmet filan di rastiyê da tuneye, her tişt Erdogan e. Heger Erdogan bixwaze dikane bi PKKê ra di nva du sê mehan da her tiştî hel bike. lê nake û ewê neke jî.
Ji ber ku di şer û neyartiya kurdan da kara xwe dîtiye, îktîdara wî, serokatiya wî girêdayî berdawamiya şer û neyartiya kurda ye. Dewlet, artêş û miletê tirk piştgiriyê didn vê siayseta Erdogan ya şer û antî-kurd.
Lema jî heta jê were ewê neyartiya kurdan bike, ewê şer bidomînin...
Ji bo ku hukûmeta AKPê mecbûrî ji nuh hevdîtinan qebûl bike dibê mecbûr bibe, dibê tevgerek îktîdara Erdogan tehdît bike. Heta kursiya Erdogan nekeve tahlûkeyê ewê xwe nêzî hevdîtinan neke û dev ji şer û neyartiya kurdan bernede.
Yanî li der û li hundur ewê bêtir herin ser PKKê. Dibê PKK viya bibîne û li gorî wê tedbîrên xwe bigre...
Kurdistana Sûriyê û PYD jî di nava hedefën Erdogan û dewleta tirk da ye, heger bikanibin ewê êrîşî PYDê jî bikin...
Bi kêmanî hesabê wan ev e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE