06 februari 2016

Hin kurd nizanin ku çiqasî bêşexsiyet û bêheya bûne




Wê rojê li Sûrê di şerekî da du zabitên tirk, başçawîşekî  bi navê Unal Biçakçi û tegmenekî bi navê  Abdulselam Ozatak  hatin kuştin.
Îro li Diyarbekrê li nexweşxaneya leşkerî merasima cenazayên van her du leşkerên tirk hebû.
Mebûsê AKPê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu jî bi erkanê dewletê ra di merasimê da hazir û nazir bû, wî jî rismên herdu şehîdên dewletê bi sînga xwe ve kiribû û ketibûbû hazirolê.
Galîp Ensarîoglu kurdekî ji Diyarbekrê ye, zaroktiya wî, xortaniya wî, jiyana wî li vî bajarê qedîm û dîrokî derbas bûye.
Li kuçe û kolanên nava Sûrê, Sûra ku nuha ji alî leşkerên tirk ve hatiye wêrankirin miheqeq gelek bîranînên Galîp Ensarîoglu hene.
Bi hezaran leşker û polîsên tirk bi çekên giran, bi tank û topên xwe ve ji Konya yê, ji Rîze yê, ji Edîrne yê, ji Anqerê hatine vî bajarê  zaroktiya Galîp Ensarîoglu lê derbas bûye û li kuçe û kolanên Sûrê zarokên xizmên wî, zarokên dostên wî dikujin, Sûra  Ensarîoglu didin ber topan û wêran dikin.
Û Galîp Ensarîoglu jî  ji dêlî ku here şîna zarokên bajarê xwe, here cenazeyên wan rake, ji dêlî ku ji bo wan hêsiran bibarîne, dihere şîn û merasima hêzên îşxalkar, hêzên ku kuçe û kolanên bajarê Ensarîoglu wêran dikin, hêzên ku ji bo kuştina zarokên Diyarbekrê û Sûrê hatine…
A Galîp Ensarîoglu wek kurdekî diyarbekrî diçe şîna van hêzên dagirker, belkî wan bi xwe jî gelek zarokên kurd kuştibin.
Û bi hebûna xwe ya di merasimê da ji wan ra dibêje, ez bi we ra me, ez dostê we me, lema jî hatime şîna we…
Heger sibe li Diyarbekrê merasima cenazeyê birazyê, xwarziyê ya jî yê ewladê hevalekî Galîp Ensarîoglu hebe, ez baş dizanim ewê nikanibe here beşdarî merasima şîna ”terorîstekî” bibe  û rismê wî  ”terorîstê”  xizmê xwe jî wek yê van leşkerên tirk bi sînga xweve ke…
Bi kurtî tiştê hatiye serê me kurdan ji trajediya herî mezin jî pir û pir mezintir e, lê haya me jê tuneye.
Kurd hîn nizanin vê dewletê, van tirkên faşîst çi anîne serê me kurdan, gelekên me kirine hevalên neyarê xwe û dijminêqewmê xwe…
Em diçin şîna neyarên xwe, şîna dagirkerên welatê xwe, şîna qatilên zarokên xwe, şîna kesên bajarên me wêran dikin, ji bo wan hêsiran dibarînin…
Lê em newêrin herin şîna zarokên xwe, şîna zarokên xizmên xwe, ji tirsa dijmin em newêrin ji bo wan jî bigrîn…
Çimkî em wan ”terostîst” dibînin…
Û hîn jî em nizanin em çiqasî pîs bûne, em çiqasî ketine binê erdê, em çiqasî bêşexsiyet û bêheya bûne…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE