Kurdino, baş li vî termê di nava nigên leşkerên tirk da ye
binêrin, ew şerf û namûsya me hemûyan e...
Ev termê keça kurd yê li kuçeyeke Cizîrê şilftazî di nava
nigên leşkerên tirk da di rastiyê da namûs û şerefa me hemûyan e, namûs û
şerefa miletê kurd e ketiye bin potînên leşkerên tirk...
Bi vê whşeta di vî rismî da em dibînin, hukûmeta AKPê,
dewleta tirk, Erdogan û Davutoglu dest avêtine namûs û şerefa hemû kurdan, wek
milet me rencîde dikin, pê li serê me dikin...
Û ev ne cara pêşî ye ku ev dewlet û hukûmeta AKPê vê
heqareta mezin li me dike dike, bi belavkirina dîmenên wiha tecawizî namûs û
şerefa me dikin...
Ez bi xwe termê wê şepale li erdê wek termê keça xwe, wek
termê xwişka xwe dibînim.
Û ji ber ku min wek kurdekî nikanîbû vê gernasa kurdan ji
destê van namerd, bêşeref û bênamûsên tirkan xelas bikim e xwe şermezar dibînim
û jê lêborînî dixwazim.
Ev dîmenê bêşerefiya tirkan ewê tu carî ji ber çavê min neçe
û ezê vê şermê û rûreşiyê bi xwe ra bibim gorrê...
Em miletekî bêkes in
Tiştê polîs û leşkerên tirk li Cizîrê û li Sûrê dikin li
gorî hemû qanûnan, hemû dîn û bawriyan, li gorî hemû şerîetan sûc e, sûcekî li
dijî mirovatiyê ye.
Wahşeta li Cizîrê kirine û dikin aqilê meriv disekinîne, însan bi saxî şewtandine, perçeperçe kirine û dû ra jî wek hestiyên meriv bavêje ji ber kûçikan da, avêtine kuçe û kolanan.
Termên kesên bi hovîtî înfaz kirine wek laşê pez avêtine ji ser hev da...
Wahşeteke meriv nikane lê binêre..
Bi laşên pîrekan lîstine, organên peyan jê kirine.
Ev barbarî û wahşet li kîjan miletekî din bihata kirin nuha qiyamet rabûbû, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, medyaya dinyayê nuha fermana wê dewletê rakiribûn.
Ma tiştê anîn serê serokên sirban nayê bîra me, hemû serokên wan ji ber sûcên li dijî mirovatiyê girtin û ceza kirin.
Lê ji ber ku em kurd miletekî bêkes in lema jî kes dengê xwe nake, kes li dijî vê wahşeta tirk tînin serê me dernakeve.
Baş xerab xwedêgiravî li başûr hukûmeteke kurdan heye. Di rojeke wiha da ew dikane bibe deng û hawara gelê Cizîrê û Sûrê û cîhanê ji vê terora dewleta tirk agahdar bike.
Lê mixabin hukûmeta Kurdistanê û kurdên başûr jî dengê xwe nakin û li dijî vê terora dewleta tirk dernakevin.
Gelek kurd û partiyên derî PKKê û HDPê jî tiştekî nakin, ew jî ji rexnekirina dewletê bêtir PKKê rexne dikin.
Yanî bi kurtî halê me ne tu hal e, em miletekî bêkes in...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar