20 januari 2016

Tirkiyê îcar jî Kurdistana rojava îşxal kir...


Li gorî xebera ANHAyê artêşa tirk bi 100a leşker û bi gelek çekên giran û wesayitên leşkerî sînorê Sûriyê derbas kir û ket nava tuxûbê Cerablûsê bû.
anî artêşa tirk piştî îşxala Mûsil û Başîkayê nuha jî axa Sûriyê û Kurdistana rojava îşxal dike. Erdogan har bûye.
Bi vê îşxalê artêşa tirk komandoyê, fermandariyê ji Daîşê digre destê xwe, îcar ew û Daîş ewê bi hev ra li hemberî kurdan şer bikin.
Ji bo ku kurd korîdora Efrînê û Kobanê negihînin hev.
Ji bo ku herêma Cerablûsê bi temamî ji Daîşê were paqijkirin kurd bi hêzên hevpayman ra di nava haziriyê da bûn.
Wisa xuya ye berî ku operasyon dest pê bike, Erdogan emrê îşxalê da artêşê. Diyar e bi vê îşxalê Tirkiye dixwaze di mesela Sûriyê da bibe xwedî gotin û rê li ber kurdan bigre. Lema Erdogan ecele dike.
Piştî Kurdistana bakur, başûr, wa ye mêrikan ketin Kurdistana rojava jî.
Lê dibê neyê bawerkirin ku ev îşxala Cerablûsê ewê ji tirkan ra bimîne. Ez dibêjim ev îşxal ewê li ser Erdogan pir buha rûne.
Ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin û nebin xwedî maf, Erdogan van gavan davêje û amadeye bi her kesî ra şer bike.
Hela ka em binêrin kurdên AKPê, parlamenter û wezîrên xwedêgiravî kurd ji bo vê îşxalê ewê çi bibêjin.
2016-01-19




XXX
Rojekê dîrok ewê binivîse: şerê Sûriyê Erdogan derxist.
Daîş li Sûriyê Erdogan organîze û çekdar kir.
Kaosa koçberan Erdogan derxist.
Bi milyonan koçber Erdogan rêkir ser Ewrûpayê.
Di êrîşên Daîşê yên terorîstî yên Ewrûpayê da tiliya Tirkiyê û merivên Erdogan heye.
Bi kurtî Erdogan li der û li hundur gelek sûcên mezin yên li hemberî însaniyetê dane kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE