02 januari 2016

Li vê dinyayê tu miletekî din wek me kurdan ne bêkes û bêxwedî ye

Ev 3-4 meh in Tirkiye li Kurdistanê li hemberî kurdan teroreke pir mezin dimeşîne, qetlîman dike, bajaran wêran dike, ”ala spî” bi gel dide hildan.
Dewlet îcar ne gundan, bajaran vala dike.
Lê hemû dinya, Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa, yekîtiya misilmanan, Neteweyên Yekbûyî, welhasil hemû dinya kerr û lal e, tu kes newêre ji Erdogan ra bibêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin?
Ya jî ji ber ku yên tên pelçiqandin û kuştin kurd in, lema jî ne hêjaye meriv protesto bike.
Rûsyayê do xwedêgiravî nerazîbûna xwe nîşan daye, lê ez bawer nakim zêde bi îstîkrar be.
Heger Îsraîl eynî tişt bianiya serê filistîniyan nuha li dinyayê qiyamet rabûbû. Her kesî ewê terora Îsraîl protesto bikira û piştgirî bida filistîniyan.
Hema ne Îsraîl jî, kîjan dewletê jî wek Tirkiyê eynî tişt bikira, xelkê sivîl bikuşta, bajar wêran bikira dinya ewê hewqasî bêdeng, kerr û lal nema.
Serkreterê NY Ban Ki-Moon di serî da, nuha Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û welatên misilman beyan li ser beyanê dabûn û terora Îsraîl ya jî wê dewletê protesto kiribûn.
Lê ji bo me kurdan mixabin kes dengê xwe nake. Ji ber ku em miletekî bêpişt û bêkes in.
Lê li alî din dibê meriv viya jî qebûl bike, Erdogan hemû serokên ewrûpî xesandine, mêrik eyn bûye Hîtlerê sedsala 21ê, herkes hefza xwe jê dike, tu welat newêre jê ra tiştekî bibêje, terora Tirkye li hemberî kurdan dimeşîne protesto bike.
Welahasil li vê dinyayê tu miletekî din wek me kurdan ne bêkes û bêxwedî ye...



2016-01-01

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE