03 januari 2016

Gava meriv fedî neke dikane her tiştî bike

Însan carê bibe dost û hevkarê dewletê hêdî hêdî heya jî pê ra kêm dibe, dikane nivîsên faşîstên wek Taha Akyol jî ji ber ku li dijî PKKê û HDPê ye belav bikin.
Halbû Taha Akyol, îdeologekî faşîst yê dewleta tirk yê helandin û tunekirina miletê kurd e. Hemû jiyana xwe bi neyartiya kurdan borandiye. Ji bo ku dewleta tirk bi ser keve û kurd têkbiçin, li tu derê, li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlet her babet rîyakariyê mubah dbîne.
Taha Akyol, wek fahîşe û şelafekî dewleta tirk yê netewî ye, kîjan hukûmet hatiye serî tavilê çerx kiriye û di cîda bûye şelaf û îdeologê wê hukûmetê.
Do şelafê Demirel, Turkeş û leşkeran bû, îro bûye yê Erdogan.
Diyar e Taha Akyolê faşîst di nivîsa xwe da ya dilê gelek kurdan baş îfade kiriye.
Lema jî hin serokên berê, ku Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe diparastin îro bûne hemfikirên Taha Akyol û nivîsên wî belav dikin, dixwazin kurd ji vî faşîstê har aqil bigrin…
Em nemrin em hîn gelek ibretan bibînin.
NOT.
Ez nivîsa Taha Akyol belav nakim. Navê nivîsê ”HDP nereye?” ye. Yê bixwaze dikane bixwîne.



XXX
Derew û buhtanên kurd li hev dikin meriv xeyalşikestî dike. Dijminên xwe ji bîr kirine gorrên hev dikolin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE