18 december 2015

Ya emê koletiya tirkan qebûl bikin ya jî li ber xwe bidin û azad bibin !



Rastiyek pir vekirî, pir eşkere heye hin kes ya nabînin ya jî naxwazin bibînin. Ew jî, ji ber ku Erdogan û dewletê xAwest, ev şer îro li Kurdistanê heye û bajar tên wêrankirin.
Çimkî Erdogan û dewletê nexwestin mesela kurd çareser bikin, dewletê nexwest tu mafekî qanûnî yê mayinde bide kurdan.
Lema jî bi PKKê ra li hev nekirin û şer derxistin.
Çimkî ne dewletê û ne jî Erdogan dixwest bi PKKê ra li hev bike. Dixwestin lihevhatin çênebe û şer derkeve.
Û PKK jî hat lîstika Erdogan û şer qebûl kir.
Bêguman PKKê dikanîbû li bajaran xendek nekola û şer nekira.
Lê bi baweriya min heger PKKê dest bi şerê xendekana nekira jî Erdogan ewê maneyeke din bidîta, bi hawakî din, li dereke din PKK bikişanda nava şer.
Ji ber ku hewcedariya Erdgogan bi tevliheviyê, bi bêîstîkrariyê û bi şer heye.
Aramî, îstîkrar wî ditirsîne, xofê dixe dilê wî.
Lema jî dixwaze li der û hundur tim teşxele û tevlihevî û şer hebe.
Ancax bi vî hawî, di van şertên kaosê û şer da dikane îktîdara xwe biparêze û rê li ber ketin û mahkimebûna xwe bigre.
Çimkî ew dizane wî çi sûcên mezin kirine, ew dizane heger carê nigê wî bişemite çû ji wî da, ciyê wî zindan e…
Lema jî Erdogan di mesela kurd da hatibû xaçeriyekê, ya ewê bi PKKê ra li hev bikira û mafê kurdan bida û rê li ber şer bigirta û bi vî hawî mesele bi riyeke aştiyane çareser bikira, ya jî ewê maneyek, sebebek bidîta û dîsa şer derxista.
Ji ber ku tu carî nêta Erdoga û dewletê ya dana mafê kurdan tunebû, lema jî Erdogan got ”ez mutabakata Dolmabahçeyê nas nakim” û dû ra bi PKKê ra têkilî hêdî hêdî xera kirin û şer derxistin.
Esas heger dewletê bixwesta şer der ebeden dernediket, PKKê ewê çek daniya, dev ji şerê çekdarî berda.
Lê dewletê nexwest, ji ber ku ne dixwest bi PKKê ra li hev bike û ne jî ji tiştên dayî bêtir, mafekî mayinda bide kurdan, hebûn û statuya kurdan qebûl bike.
Êdî dawiya xapandinê, dirêjkirinê, serîlêgerandinê û derewan hatibû, ya ewê mafê kurdan bida ü bi PKKê û kurdan ra li hev bikira ya jî şer derxista.
Û lema jî dewletê riya şer hilbijart.
Yanî PKKê çi bikira jî nêta dewkletê xerab bû, dixwest bi şerekî mezin kurdan basko bike, ji hêz da bixîne.
Lê PKK jî zû hat lîstika Erdogan. PKKê dikanîbû dewlet bêtir neheq derxista, hewqasî zû nekekta şerê xendekan…
Li ser vê mijarê û nêta dewleta tirk Selahedînn Çelîk di Rûdawê da nivîsek xweş nivîsîye. Çelîk, li ser nêt û planën dewletê tişên girîng dibêje.
Min ji nivîsa wî qismekî kin wergerand kurdî.
Çelîk wiha gotiye:
”Dewlet li pey çi ye?
Ez mefhûma dewletê bi zanîn bi kar tînim. Çimkî Erdogan siyaseta dewletê ya klasîk dimeşîne.
Di luqata dewleta tirk da peyva kurd tuneye. Gava kurd nerehetiyê dikin azarê didin wan, guhê wan dikşînin. Gava hîn jî pêş da herin, tewqîf dikin. Gava israr dikin, dikujin. Gava serî netewînin, mal û milkên wan bombe dikin, dişewitînin, sirgûn dikin û ji qetlïaman derbas dikin...
Tiştê îro li bajarên kurdan dibin ev e. Di salên 1990î da tiştên li gundan kirin nuha li bajaran dikin. Eynî îdeolojî, eynî siyaset, eynî cîhaz(alet) îro li ser hukim e. Yên îro bajaran dişewitînin zarokên yên di salaên 1990î da gund dişewitandin in.
Bûyer ji xendekan pir wêdatir e.
Irqçîtiyê dewleta tirk kor kiriye, har kiriye.
Heta ku em nebêjin ”em koletiyê qebûl dikin” ewê bixwazin li me xin.
Heger mesele mahkûmkirina çewtiyên PKKê ye, bi hezaran car erê.
Lê belê di bin rexnekirina bi heraret da razîbûna bi koletiyê tuneye gelo?”
Belê, bi rastî naveroka meselê ev e, dewleta tirk dixwaze em teslîm bibin, KOLETIYÊ qebûl bikin, bibêjin temam, emê jî bibin tirk, em tirkbûnê qebûl dikin...
Heta em vî şertê dewletê yanî tirkbûnê qebûl nekin, xendek tunebin jî dewlet dev ji me bernade, tu carî me rehet nahêle.
Yanî ji bo ku em wek milet rehet bikin û hew werin kuştin,wek Selhedîn Çelîk jî gotiye ya emê teslîm bibin û koletiya tirkan qebûl bikin, ya jî emê bi xendek û bêxendek li ber xwe bidin, heta ku rojekê azad dibîn û dibin xwedî dewlet û welatekî…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE