31 december 2015

Li ser heqareta tirkekî li Diyarbekrê li kurdekî kiriye



Şêxmûs Sefer şair e, nivîskarekî kurd e û ez bawer dikim serokê Komelaya Nivîskarên Kurd e jî.

Bîstek berê min ev nivîsa wî ya jêr xwend û ez pir û pir pê aciz bûm, wek kurdekî gelkî li ber xwe ketim.
Di binê nivîsê da min ev şirove kir:

” Şêxmûs Sefer, tu merivekî tirsonek û ne hêjayî navê xwe û ciyê xwe yî.
Piştî ku te ev heqaret dît û bi te hewqasî zor hat, dibê te du gotinên mêrane ji wî segbavê kemalîst ra bigota.

Tu ferq di nabêna te û wî kurdî da tuneye, te jî dîtiye û dengê xwe nekiriye.

Û di ser da jî bêyî ku tu şerm bikî tu vê heqareta tirkekî li we kiriye dinivîsînî û min jî diqeherînî.”

Wî jî ev bersîva da min:
”Merheba, ji kerema xwe şîroveya xwe ji wir rake, bila tirsonekiya min ji min re bimîne û mêraniya te jî ji te re.”

Helbet min nivîsa xwe ranekir û ev bersîv dayê:
”Ji bo çi ezê rakim?
Min fikrê xwe gotiye. Tu jî bersîva min bide, bê çima te dengê xwe nekir?”

Destpêkê min ji bîr kir navê ”tirkê navdar” jê bipirsim.
Dû ra gava min xwest bipirsim û bibêjim çima te navê wî nadeya, min dît efendî ez bloke kirime.
Nivîsa Şêxmûs Sefer ya bû mijara minaqeşeyê.

”Îroj gelek nivîskar, rojnameger û hunermendên Tirk ji bo pistgiriyê bidin Kurdan hatibûn Amedê. Ez jî çûm cihê çalakiyê. Li wir alaqeyeke mezin ya çapemeniyê hebû. Çavê hin ji "me Kurdan" li hin Tirkên navdar digeriya ku em çend kelama ji wan re bêjin. Dibe ku me dilê wan xwes bikira an jî derdê xwe ji wan re bigota!
Welhasil atmosfereke nexweş bû. Dilê wan îroj çi qas bi me şewitî nizanim. Lê tiştekî bala min kişand û dilê min bi me şewitî, pir jî...
Yekî dosyayek di destê xwe de anî û xwest pêş Tirkekî navdar(!) bike, di wê navberê de lingê wî li îskaneke çayê ket û çay rijiya erdê. Li ber xwe ket Kurdê me, soro moro bû, çû gelek selpak (destmalên kaxizî) anî û dest bi paqijiya wir kir. Tirkê rûniştî, lingê wî li ser hev qet xwe aciz nekir. Destê Kurdê me heta ber lingê wî paqij dikir, lê wî rewşa xwe qet xera nedikir. Ez di hundirê xwe de dihatim bibeecim û benda bûm ku ew Tirk jî destê xwe dirêj bike û ew çaya li ber lingê wî rijiya ye bi hev re paqij bikin. Hîn ez wisa difikirîm camêr lingê xwe yê rastê ji ser yê çepê daxist û destê xwe dirêjî destmala kir û xwest paqijiyê bi wî Kurdê li ber lingê wî daqûl bûye bike. Çend saniya min şerm kir ku wisa fikirîbûm û min neheqî li wî camêrî kiribû!
Lê... Camêr bi du tiliyên xwe yê ku rahiştibû wan destmalên kaxizî avêt ser wê çayê û mîna postala leskerekî (ew hate ber çavê min) bi qundereya lingê xwe bir û anî. Pasre bi sopa qundereya xwe ku li ser kaxizê mabû ber bi destê Kurdê me dahf da, bi lingê xwe...
Min careke din dev lêva xwe kir ji qahra...
Rast e ji bo hevkarî û pistgiriyê hatibûn cem me...
Mirovên basbûn û nedixwestin Kurd wisa li ber çava bimirin, bên kustin, wicdanê wan jî hebû û dawiya dawî ew jî însan bûn.
Welhasil îroj jî bi pistgiriya "biraderên" me me hewara xwe gihand çend tv û rojnameyan.
Heta komkujî û koçberiyeke din xwedê mezine!..”
///Şêxmûs Sefer



1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE